Serok Barzanî: Em bi girîngî rewşa niha ya Iraqê dişopînin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de ragihand ku ew bi girîngî rewşê dişopînîn û  ew pêşwaziya her gaveke dike ku bandor bo çareserkirina kirîzê hebe.

Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa niha Iraqê de peyamek belav kir û têde diyar kir ku ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Em bi girîngî rewşê dişopînîn û  pêşwaziya her gaveke dike ku bandora xwe li ser çareserkirina kirîzê hebe û rê li rûxan û tevliheviyê bigire.”

Barzanî amaje bi bi wê yekê kir ku di her guhertinekê de, divê mafê hemû pêkhateyan li ber çavan re were derbaskirin û divê her guhertinek li gor mîkanîzimên destûrê be.

Barzanî dibêje armanca ew e ku bicîanîna daxwazên rewa yên cemawer û asayiş were bicîkirin.

Di heman demê de Serok Barzanî da azanîn, ku ew tundûtîjiyên berdewam û kuştina xelkê bê guneh şermezar dike û sersaxî li kesûkarê qurbaniyan dike û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwaze.