Hereketa Azadî: Bila Mesûd Berzanî wek serokek neteweyî were pejirandin

30-11-2019
RÛDAW
Nîşan Hereketa Azadî Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Îslamiya Kurdistanê AZADÎ li Bakurê Kurdistanê ragihand ku Kurdan pêwîstî bi yekrêzî û hevgirtineke netewî heye û weke kesayetê bikare rola vê yekê li xwe bigire Serok Mesûd Barzanî nîşan da. Hereketa Azadî dibêje : “Birêz Mesûd Berzanî him di şer ea û him di aştîyê de ti caran ji esaleta xwe tawîz nedaye, him bi teorî him jî bi pratîkên xwe, hate qebûlkirin. Divê birêz Mesûd Berzanî wek serokek neteweyî were pejirandin û divê piştgirîyek xurt em bidin cenabê wî.”

Hereketa Îslamiya Kurdistanê AZADÎ li ser yekrêzî û hevgirtineke netewî ya Kurdan daxuyaniyek belav kir û têde amaje pê dike ku milletê Kurd bi sed salan e zilm û zordarî dîtiye û rastî gelek komkujîyan hatiye.

Di daxuyaniya Hereketa Azadî de wiha hate gotin: “Mileta me li hemberî her zilm û zordarîyê bi lehengî li berxwe daye û ji nav xwe gelek rêber derxistiye. Mixabin ji ber ku şert û merc guncaw nebûne û siyaseta hêzên navneteweyî ku  nexwestine nîzama wan xirab bibe bûye sebep ku ev êş û elem heta vê rojê berdewam bibe. Îro jî heman pirsgirêk, Kurd li ku deverê dijîn li wir roj bi roj zêde dibe. Îro meseleya bê statuya Kurdistanê ji pirsgirêkeka herêmî bûye pirsgirêkek navneteweyî û wek aloziyek di pêşberê dinyayê de ye.”

Hereketa Azadî diyar kir ku Kurd xwedî gelek partî û sazî ne û dibêje: “ Ev rewş wek dewlemendî xuya dibe jî, gelek caran dibe sebep ku em ji hev dûr bikevin. Hetta carna dibe sebep ku em bibin dijminê hevûd û bi hev re şer bikin. Em bawerin ev pirsgirêk dê bi çarçoveya hişmendîya tifaqa netewî çareser bibe.”

Derbarê hevgirtina Kurdan de Hereketa Azadî dibêje: “Bi sedan salan e ku hêviya Kurdistanyan bi hevgirtina neteweyî heye. Car caran ji ber hevgirtina neteweyî hinek gav hatîne avêtin lê mixabin ji ber nakokiyên rêxistînî û îdeolojîk ev hevgirtin pêk nehatiye. Gelek caran rêxistinên me xwe mezin dîtine û bi rêxistinên din re dijminatî kirine. Di vê rewşê de pêdiviya me bi aktorek heye ku ev aktor milet û welatê me baş temsîl bike, him di qada navneteweyî de û him jî ji alîyên pisporên siyasetê de jî were qebûlkirin.

Em wek Hereketa Îslamîya Kurdistanê AZADÎ, dibêjin ku birêz Mesûd Barzanî him di şer de û him di aştiyê de ti caran ji esalet û merhemeta xwe tawîz nedaye, him bi teorî him jî bi pratîkên xwe, xwe daye qebûlkirin. Divê birêz Mesûd Barzanî wek serokek neteweyî were pejirandin û divê piştgiriyek xurt em bidin cenabê wî.”

Herekata Azadî ji bo vê yekê jî banga Kurdan dike û dibêje: “Em bang dikin miletê xwe, partî, hereket, sazî, komele,  nivîskar û rewşenbîran; werin em derdora serokê xwe birêz Mesûd Berzanî ku cîhan wî wek serokek rewa nas dike û dibîne, ji bo hevgirtina neteweyî û azadiya xwe em bi hev re hewl bidin û bixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst