Li Sinûnê çend xort çûn ser baregeha YNKê û daxwaza girtina baregehê kirin

30-11-2018
RÛDAW
Nîşan Sinûnê Şingal YNK Baregeh Tevgera Azadî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li Sinûnê çend xort çûne ser baregeha komîteya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û çend demjimêr, baregeh girtine.

 

Weke bertekek li hember girtina baregehên Tevgera Azadî yên li Silêmaniyê, çend xort li Sinûnê çûn ser baregeha Komîteya 2 ya YNKê û daxwaza girtina baregehê kirin û heta du demjimêran baregeh girtin, herwiha alaya YNKê jî ji ser baregehê anîn xwarê.

 

Cîgirê Melbenda YNKê yê li Şingalê Dawid Cundî ji Rûdawê re ragihand: “Çend xort çûn ser baregeha komîte û gotin ku hûn baregehên Tevgera Azadî yên li Silêmaniyê digrin û divê hûn jî baregehên xwe li Şingalê bigrin. Lê belê piştre bi rêya gotûbêjan pirsgirêk hat çareserkirin.”

 

Hevserokê Encûmena Avakirina Şingalê yê ser bi PKKê Faris Herbû ji Rûdawê re ragihand, ku ew xort ser bi ti aliyekî siyasî nînin, YPŞ û aliyên aliyên din haya wan jê tine ye, tenê ji bo berteka girtina baregehên Tevgera Azadî çûne ser baregeha YNKê.

 

Serokê Partiya Azadî û Demokrasî Umer Salih ji Rûdawê re ragihand, kesên ku çûne ser baregeha YNKê ser bi wan nînin.

 

Çend roj in, bi biryareke Qubad Talebanî ya derbarê girtina baregehên wan partiyan de ku destûra vekirina wan tine ye, li Silêmaniyê û Germiyan û Raperînê baregehên Tevgera Azadî ya nêzîkî PKKê têne girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst