Li Diyale efserek û 2 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin

30-11-2018
RÛDAW
Nîşan Diyala Heşda Şeibî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Elektrîkî ya Iraqê ragihand ku ji ber teqîna bombeyeke vedayî efserek û 2 çekdarên ser bi Heşda Şeibî li Diyale hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.

 

Wezareta Elektrîkê ya Iraqê di beyannameyekê de ku ji Rûdawê re hatiye şandin, radighîne ku bi armanca pişkinîna stûnên hêlên veguhestina elektrîkê tîmekî çêkirina elektrîkê ser bi Rêveberiya Giştî ya Veguestina Enerjiyê li navçeya bakur, ligel hejmarek çekdarên Heşda Şeibî ber bi navçeyê ketine rê.


Li gor beyannameyê, dema time navbirî nêzîkê dîrekê hejmar 188 yê li navçeya Xefaîr dibe, bombeyek teqiya ye û di encam de efserek hatiye kuştin û 2 çekdarên din ên Heşda Şabî jî birîndar bûne.


Herwiha di teqîneke din de li nêzîkê dîrekê hejmar 2014 û 205 diteqe û di encam de 2 çekdarên ser bi lîwaya 110 a Heşda Şabî hatine kuştin.


Herwiha tê gotin ku çekdarên Heşda Şeibî 5 bombe hilweşandine ku çekdarên DAIŞê li navçeyê danîbûn. Piştre jî çekdarên DAIŞê bi hewanan tîmên pişkinîn û çêkirinê û çekdarên Heşda Şabî topbaran kirine, lê ligel vêna jî heta derange şevê time navbirî li ser karê xwe berdewam bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst