Li Kurdistanê Hefteya Pîroz a Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê

30-11-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hefteya Pîroz a Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê de, ahengên pîrozbahiyê birêve diçin.

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hersal bi helkefta Hefteya Pîroz a Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hz Mihemed kolane û cadeyên bajêr têne xemilandin. Herwiha bi vê helkeftê li piraniya bajarên Herêma Kurdistanê jî çalakî têne lidarxistin.

 

 

 

 
Li bajarê Silêmaniyê li weke bajêrên din ên Kurdistanê li ser cade, kolane û li mizgeftan qendav (şerbet) şîranî têne belavkirin. Herwiha hinek xwaringeh belaş pêşkêşî welatiyan dikin.

Biryar e li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê bi ser 3 hezar kesî ve xwarin belavkirin.

 

 

 

Ji ber minasebeta salvegera rojbûna  Hz. Mihemed welatiyan berê xwe dan mizgeftan. Herwiha li malan û mizgeftan dia têne kirin û mevlîd têne xwendin.

 


Di heman demê de bi helkefta Hefteya Pîroz a Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hz Mihemed îro pencşemê (30.11.2017) behnvedana fermî ye.

 

Li here tê pîrozkirin


Weke her sal li tevahiya mizgeftên Başûrê Kurdistanê Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hz Mihemed dê bê pîrozkirin.

 


 

Li gorî salnameya milady her sal ji 365 rojan û 6 seatan pêk tê li gorî salnameya hicrî her sal 354 rojan pêk tê. Lewma li gorî salnameya miladî hersa roja jidayîkbûna Mihemed tê guhertin.
  

 

 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst