FLAŞ – Li Başûr 3 xort bi kuştî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî gundê Tawêrberz ê ser bi navçeya Çemçemalê li Başûrê Kurdistanê 3 kes bi kuştî hatin dîtin, ku nasnameya wan nayê zanîn û ti nasname û belge jî bi wan re nînin.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, li bajarokê Tekiyeya Cebarî ya girêdayî Navçeya Çemçemal a Silêmaniyê cenazeyên 3 xortan bi mirî hatiye dîtin. Cenazeyên wan her sê xortan li nêzîkî gundê bi navê Tawêrberz ku ser bi bajarokê Tekiyeya Cebarî ye, hatine dîtin.

 

Lêkolêrê Polîs ê li Navenda Polîs a Tekiyeya Cebarî, Salar Mihemed Ferîq di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro çarşemî 30ê Mijdara 2016ê, termê 3 xortan li ser rêya sereke ya Leylan-Tekiyeya Cebarî bi kuştî hatine dîtin.”

 

Salar Mihemed Ferîq got: “Ti nasname bi wan kesan re nîne û wiha tê xuyakirin, ku ew her sê kes bi esil ereb bin û temenê wan jî di navbera 25 heta 35 saliyê de ye.”

 

Mihemed Ferîq herwiha da xuyakirin: “Ew her sê kes bi gulleyan hatine kuştin û ser û rûyê wan û devê wan bi tîpa spî hatibûn pêçandin û destê wan jî ji pişt ve hatibûn girêdan.”

 

Derbarê çawaniya nasîn û kivşkirina nasnameya wan kesan de jî, Lêkolerê Polîsê Navenda Polîs a Tekiyeya Cebarî ji  Rûdawê re diyar kir: “Bo naskirina wan kesan, termên wan bo Peymangeha Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hatine şandin û herwiha lêkolîn derbarê çawaniya kuştina wan jî dest pê bûye.”