F. Husên: Divê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji asmanan dakeve erdê!

30-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê heta niha li asmanê ye li divê were ser erdê çimkî tenê hêzên Pêşmerge li ser erdê şerê DAIŞê dikin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, di hevpeyvînekê de digel rojnameya amerîkî ya Washington Postê ku roja 23ê Mijdara îsal hatibû belavkirin, li ser serxwebûna Başûrê Kurdistanê axiviye û diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê ti carî dest ji hizra destnîşankirina qederê bernedaye lê carê şerê DAIŞê pêsîra wê girtiye. Husên wiha pêde çûye:


“Em beşek ji hikûmeta Iraqê ne û hêviya serkeftinê jê re dixwazin. Me dest ji mafê destnîşankirina qedera xwe bernedaye lê karê me yê niha jinavbirina DAIŞê ye.”

Fuad Husên li ser şerê DAIŞê jî gotiye ku di şerê DAIŞê de tenê hêzên Pêşmerge li ser erdê şer dikin çimkî Hevpeymaniya Navdewletî heta niha jî li asmanê ye û wiha aniye ziman: “Lê em dixwazin ew hevpeymanî li ser erdê jî hebe, çimkî niha li ser erdê tenê kurd şerê DAIŞê dikin.”

Wî rayedarê Başûrê Kurdistanê behsa perwerdekirina milîs û çekdarên eşîrên sunnî yên Iraqê û avakirina “Garda Niştimanî” jî kiriye û wiha gotiye: “Ev fikrekî baş e lê dereng maye. Lê kî dê vê planê cî bi cî bike? Gelo ew garda niştimanî dê çawa li xaka ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye dagîrkirin, were avakirin?”

Fuad Husên li ser rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê jî gotiye ku ji bo rizgarkirina Mûsilê divê artêşek li kêleka hêzên Pêşmerge be lê bêhêviya xwe bi vê pirsê tîne ziman: “Ew artêş dê ji kuderê were? Divê Amerîka bersiva vê pirsê bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst