Dr. Elî Qeredaxî: Divê hikûmetek binfireh pêk bînin

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekitiya Zanayên Îslamî yên Cîhanê û Serokê tevgera Rabîteya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Elî Qeredaxî, bang li hêz û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku hikûmetek binfireh pêk bînin da ku hemû hêzên serkeftî yên hilbijartinan û çîn û qatên civakê tê de beşdar bibin.

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Zanayên Îslamî yên Cîhanê Dr. Elî Qeredaxî di peyamekê de diyar kir ku di çend mehên borî de li Herêma Kurdistanê gellek tiştên pozîtîf qewimîne ku yek ji wan serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.

Dr. Elî Qeredaxî, bang li hêz û partiyên siyasî yên di hilbijartinan de serkeftî bûne, kir ku civîneke berfireh li dar bixin û hewl bidin hikûmetek binfireh pêk bînin da ku hemû hêz û çîn û qatên civakê tê de beşdar bibin.

Dr. Qeredaxî, di peyama xwe de pêşniyar û nêrînên xwe di 6 xalan de ji hêz û partiyên siyasî re aniye ziman ku hinek ji wan wiha ne:

*Divê hêzên siyasî planeke stratejîk çêbikin û bo vê jî bi awayekî giştî û berfireh bicivin da ku hemû hêzên siyasî bi parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê ve girêdayî bin.

*Divê hewl bidin hikûmetek binfireh ava bikin da ku hemû hêz û aliyek beşdarî wê hikûmetê bibin û ew hikûmet bibe hikûmeta hemûyan.

Tê zanîn, li gorî encamên hilbijartinên 21ê Îlona 2013an a Parlamentoya Kurdistanê, PDKê dengên herî zêde bidest anî ku karî 38 kursiyên parlamentoyê bike pişka xwe, ji ber wê jî pêkanîna hikûmeta nû dikeve ser milê PDKê lê ji ber ku kursiyên wê têra wê nake ku bi tenê hikûmetê pêk bîne divê li dû hevpeymanan bigere. Lewma gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bi însiyatîfa PDKê û bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî dest pê kiriye.