Ozçelîk: Pêwîstiya Kurdan bi wê hişmendiya ku Kobanî rizgar kiriye heye!

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mustafa Ozçelîk Kobanî Hêzên Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku Kurdan îro pêwîstî bi wê hişmendî û hevgirtina neteweyî ya ku bajarê Kobaniyê brizgar kiriye heye!

Hêzên Pêşmerge di rojên dawiya Cotmeha 2014an de derbasî nav Kobaniyên bûn û nêzîkî heft mehan li wê herêma Rojavayê Kurdistanê man.

Bi biryara serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi daxwaz û erêkirina Amerîka û Fransayê dewleta Tirkiyeyê rê da Hêzên Pêşmerge ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobaniyê bibin.

Piştî derbasbûna Pêşmerge, şervanên YPGê bi moraleke bilindtir li dijî DAIŞê şer kir û 26ê Kanûna Paşînê ya 2015an, DAIŞ li Kobaniyê bi temamî şikestin û ew herêma Rojavayê Kurdistanê bi temamî rizgar bû.

Şer û berxwedana Kurdan a li Kobaniyê û têkbirina DAIŞê li vî bajarê Kurdistanê li tevahiya cîhanê deng veda û li ser asta cîhanê gelek kesayetî, siyasetvan û rêxistin û aliyên navdewletî hevsozî û piştgiriya xwe ji bo Kurdan diyar kir.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bi boneya salvegera 10an a derbasbûna Hêzên Pêşmerge peyamek belav kir.

Mustafa Ozçelîk amaje bi wê yekê kir ku îro tevahiya Kurdên li cîhanî bi wê hişmendiya Kobaniyê hatiye rizgarkirin heye.

“Bi hevgirtina her çar perçeyên Kurdistanê rêya rizgarkirina Kobaniyê vebû”

Ev peyama Mustafa Ozçelîk e:

“10 sal berê bi hevgirtina her çar perçeyên Kurdistanê, rêya rizgarkirina Kobaniyê vebûbû, îro jî di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de pêwîstî bi wê hişmendî û hisîyata neteweyî ya wekî wê demê heye.

 

Karwana Hêzên Pêşmerge li Bakurê Kurdistanê

DAIŞa rêxistina terorîst, roja 13ê Çiriya Pêşînê ya 2014ê, êrişî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

DAIŞê di nevbeyna çend rojan de, bi qetlîamên mezin ji sedî 75ê Kobaniyê dagir kir.

Di demeke wiha hesas de, pêwîstiya gelê me yê Kobaniyê bi alîkarî û piştgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê hebû.

“Bi biryara Serok Barzanî Pêşmerge çû Kobaniyê”

Bi biryara serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi daxwaz û erêkirina Amerîka û Fransayê dewleta Tirkiyeyê qebûl kir ku Hêzên pêşmerge ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobaniyê bibin.

Roja 29ê Çiriya Pêşînê ya 2014ê, hêzeke Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, bi çekên xwe yên giran û sivik, ji Zaxoyê derbasî Bakurê Kurdistanê bû û di ser Silopiya, Qoser û Sirucê re derbasî Kobaniyê bû.

Gava ku hêza Pêşmerge derbasî Bakurê Kurdistanê bû û ber bi Kobaniyê ve diçû, bi deh hezaran Kurdên Zaxoyê Hêza Pêşmerge bi rê kir û bi sed hezaran Kurdên Bakurê Kurdistanê bi alayên Kurdistanê ew pêşewazî kir.

“Di dîroka Kurdistanê de cara yekem bû”

Karwana Hêzên Pêşmerge li Bakurê Kurdistanê

Di dîroka Kurdistanê de cara yekem bû ku wêneyekî weha çêdibû. Bi coş û hestyarî û hişmendiyeke neteweyî, niştimanî, dilê Kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên cîhanê bû yek.

Ew lehiya Kurdistaniyên Bakurê Kurdistanê ya ku bi konvoya Pêşmergeyan re diherîkî, li Bakurê Kurdistanê, lehiya ji nû ve vejîna neteweperwerî û Kurdayetiyê bû.

Hêza Pêşmerge gihîşt Kobaniyê, alîkariya çekên pêwîst û teknîkî da YPGyê.

Bi hevgirtina Pêşmerge û YPGyê, bi berxwedaneke hêja, DAIŞa terorîst şikesteke mezin xwar û Kobanî ji dagirkeriya DAIŞê hat rizgarkirin.

“Îhtimala guherînên mezin heye”

Îro li Rojhilata Navîn îhtîmala ku guherînên mezin çêbibin heye û mimkun e ku ew guherîn û firsendên mezin bînin ber deriyê gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê.

Di demeke ew qasî hesas û girîng de, di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê de, pêwîstî bi wê lihevxwedîderketin, hevparastin, alîkarî, hevrêziya ku bi hişmendî û hestyariya neteweyî, niştimanî ya wekî di dema rizgarkirina Kobaniyê de çêbibû heye.

Klîda serkeftina gelê me ya her çar perçeyên Kurdistanê jî her ew hîsiyat, hişmendî û lihexwedîderketina nevxweyî ya neteweyî, niştimanî ye.

Îro pêwîstiyeke mezin li her perçeyekî Kurdistanê bi tifaq û hevkariyên neteweyî û demokratîk heye.

Her wiha pêwîstî bi koordînasyon, diyalog, hevrêzî, empatî û hişmendiyeke neteweyî, niştimanî ya di navbera her çar perçeyên Kurdistanê jî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst