Balyoza Holendayê: Serkeftina hilbijartinan li xelkê Kurdistanê pîroz be

30-10-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Janet Alberda Balyoza Holendayê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza nû ya Holendayê ya Bexdayê Janet Alberdayê ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyoza Holendayê ya Bexdayê Janet Alberdayê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de bi boneya karê wê yê nû Janet Alberda pîroz kiriye û jê re hêviya serkeftinê xwestiye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha piştgîriya hemû dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wê nîşan daye.

Li aliyê din, Janet Alberdayê kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina kar û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan daye û ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û xelkê Kurdistanê kiriye.

Her du aliyan tekezî li ser xwesteka hevbeş a ji bo bipêşxistina pêwendiyên Holendayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên di warên curbicur de kiriye.

Her wiha rola Holendayê ya di nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) de û piştgiriya wê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bi girîngî hatiye pênasekirin.

Li hêla din, "hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn û gef û metirsiyên wê yên li ser aştî û aramiya herêmê" çend mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst