Nêçîrvan Barzanî û Samerayî li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musenna Samerayî li hev civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musenna Samerayî qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Musenna Samerayî di hevdîtinê de rewşa giştî ya Îraqê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên bên ên Îraqê gotûbej kirin.

Samerayî serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

Her du aliyan berdewamiya diyaloga navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bilind nirxand.

Her wiha û Nêçîrvan Barzanî û Musenna Samerayî hevfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkan di berjewendiya tevahiya Îraqê de ye û çareserî dê aramiya welat bihêztir bike.

Metirsiyên rewşa aloz a Rojhilata Navîn mijareke din a hevdîtinê bû.

Her du aliyan amaje bi wê yekê kir ku Îraq nekeve nava pirsgirêk û nakokiyên herêmê û wan dûrxistina Îraqê ya ji wan nakokiyan wekî xaleke girîng nîşan da.