Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bertek nîşanî desteserkirina Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer da.
Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer îro hat desteserkirin ku namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bû.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser hesabê xwe yê Xê bi peyamekê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Ahmet Ozer da.
Ayşegul Doganê bi bîr xist ku Ahmet Ozer bi rêya “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hatiye hilbijartin.
Doganê teqez kir ku desteserkirina Ozer ne tesaduf e û got:
“Ahmet Ozer bi îradeya xelkê hatiye hilbijartin û peyama ku tê dayîn gelekî zelal e.
Diyar e ku hinek kes ji xebat û feraseta şaredarvaniya Serokê Şaredariya Esenyurtê ya ku cih dide nasname û çanda Kurdan aciz in û ew kes li ser kar in.
Divê demildest dawî li vê êrişa li ser Şaredariya Esenyurtê bê anîn û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer bê berdan.
Her wiha divê ti kes li ber vê desteserkirina îradeyê bê deng nemîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse