Bafil Talebanî: Hikûmet beyî me ava nabe

30-10-2024
Nîşan MERI2024 Bafil Talebanî YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî got, “Ne mumkin e ku hikûmet beyî YNKyê ava bibe.”

Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.

MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” tê kirin.

Forumê doh dest pê kir û dê îro biqede û gelek radeyarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî dibin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di çarçoveya panelekê de axaftina xwe pêşkêş kir.

Bafil Talebanî diyar kir ku “Hikûmet beyî YNKyê ava nabe” û li pey çû:

“Hîn pêvajoya piştî hilbijartinê neqediyaye, belkî jî niha pêvajoya girîng dest pê dike û ev pêvajo li ser wê dimîne bê ma kîjan alî di diyalogên avakirina hikûmetê de bi hêz e.”

“Ez ji bo dubarekirina hilbijartinan amade me”

Talebanî got, “Ez hez nakim ku pêvajoya avakirina hikûmetê gelekî biajo” û got:

“Ez fêr bûme ku mîkrofonan bişikînim. Ji ber vê jî eger em ji bo pêkanîna hikûmetê rûnenin ez ji bo dubarekirina hilbijartinan amade me.”

Bafil Talebanî diyar kir ku ji bo pêkanîna hikûmetê 50+1 kursî bes in û xwest ku haya her kesî ji vê yekê hebe.

“Atmosfer nehatiye amadekirin”

Serokê YNKyê li ser yekkirina Pêşmergeyan jî got:

“Ji bo yekkirina Pêşmergeyan atmosfer nehatiye amadekirin.

Eger ez rastiyê bibêjim ez ji aliyê Partiyê ve (Partiya Demokrat a Kurdistanê/PDK) wê înîsiyatîvê nabînim da ku hêz bibin yek.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst