PÊVAJOYA NÛ - ‘Divê Tirkiye Rêveberiya Xweser nas bike’

30-10-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
DEM Partiyê bi rêya Rûdawê bangî rayedarên dewletê kir / Wêne: Rûdaw
DEM Partiyê bi rêya Rûdawê bangî rayedarên dewletê kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Nû DEM Partî Adalet Kaya Mehmet Emîn Kardaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê got, “Rêveberiya Xweser a ku li Rojava pêk hat, divê êdî ji aliyê Tirkiyeyê ve bê naskirin.”

Karvedanên axaftinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên derbarê Ocalan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêviya pêvajoyeke nû ya aştiyê xurt kiriye.

DEM Partiyê bi rêya Rûdawê bangî rayedarên dewletê kir ku demildest wekî serokê muzakerevanan bi Ocalan re diyalogê deynin.

Partiyên din ên Kurdan jî piştgiriya pêvajoyeke pêkan a aştiyane dikin.  

Karvedanên axaftina Bahçelî ku gotibû bila Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bê parlamentoya Tirkiyeyê û di koma DEM Partiyê de banga çekdanînê bike berdewam dikin.

Serdana Omer Ocalan a Îmraliyê bayê pêvajoyeke aştiyê bihêztir kir

Piştî banga Bahçelî çûna Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan a Îmraliyê bayê pêvajoyeke aştiyê bihêztir kir.

DEM Partî Ocalan wekî serokê muzakerevanan bi nav dike û dibêje bêyî Ocalan ti aştî û çareserî ne pêkan e.

"Divê Tirkiye Rêveberiya Xweser nas bike"

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê got:

“Rêveberiya Xweser a ku li Rojava pêk hat, divê êdî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bê naskirin.

Yek ji mijara herî girîng ev e lê ji bo bihêzkirina zemîneke wiha aktorê herî girîng Birêz Ocalan e.

Navnîşana çareseriya demokratîk hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn yek e.

Ew jî serokê muzakerevan Birêz Ocalan e. Divê demildest rê li berê bê vekirin û pê re diyalogeke xurt deynin. Divê ev hemû qenalên diyalogê bên vekirin.”

Li gorî serkêşên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Tirkiyeyê (PDK-T) dewlet çi qasî zû rê bide ku Ocalan biaxive dibe ku pêvajoyeke pêkan ew qasî zûtir dest pê bike.

Lê ew ne di wê baweriyê de ne ku Tirkiye amade ye mafên neteweyî yên Kurdan nas bike.

“Ez texmîn nakin ev pêvajoya aştiyê be”

Serokê Giştî yê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş wiha got:

“Eger ku pirsgirêk tenê axaftina bi birêz Ocalan re be, kerem bikin em dixwazin ku sibe daxuyaniyekê hem bide gelê Tirk û hem jî bide gelê Kurdistanê ku ev nexweşî û dijminatî û ev pevçûn ji holê rabin.

Eger ku bi rastî her du alî jî wiha bikin, em qebûl dikin lê wextê ku bibêjin ev pêvajoyeke çareseriyê ez texmîn nakim.”

Axaftina vekirina Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji aliyê Seroklomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat kirin û di ser de jî banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, li Tirkiyeyê piştî 8 salan careke din hêviyên aştiyê zindî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst