‘Ji bo serdema piştî DAIŞê ti stratejî nînin’
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Nivîsgeha Karûbarên Mirovî û Rêxistinan a MSDyê got, “Ji bo serdema piştî DAIŞê ti stratejî nebûn.”
Foruma MERI2024ê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê hat lidarxistin.
MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi Hukimraniya Durist û Refahê ve” hat kirin.
Forumê doh dest pê kir û îro qediya û gelek rayedarên payebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî bûn.
Li Foruma MERI2024ê panelek li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hat lidarxistin.
Panela li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, bi navê "Paşeroja Sûriyeyê, Asoya Aştî û Vejandinê" bû.
Cîgirê Serokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emced Osman jî beşdar bû û behsa Pirsa Kurd a li Sûriyeyê kir.
Cîgirê Serokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emced Osman got:
“Em bawer in ku li Sûriyeyê dozeke Kurdî heye. Pêwîstiya vê dozê jî bi çareyeke dadmendane heye.
Hejmarek kêmîne li Sûriyeyê hene, pêwîst e ew di Destûra Sûriyeyê de hebin.
Hewla derbasbûna di ser vê rewşê re dê negihîne aştiyê û ne jî bigihîne aramiya li Sûriyeyê.
Pêwîst e çare ji pirsgirêkên ku em dijîn re demdirêj û rîşeyî bin.”
Di heman panelê de, Hevseroka Nivîsgeha Karûbarên Mirovî û Rêxistinan a MSDyê Zozan Elûşê jî behsa rewşa piştî şikestina leşkerî ya DAIŞê kir.
“Ji bo serdema piştî DAIŞê ti stratejî nebûn”
Hevseroka Nivîsgeha Karûbarên Mirovî û Rêxistinan a MSDyê Zozan Elûşê anî ziman:
“Serkeftin li ser DAIŞê pêk hat. Operasyona Baxozê hate kirin. Stratejiyek hebû ji bo şerê li dijî DAIŞê, fokuseke navneteweyî, cîhanî û medyayî ya mezin li ser herêmê hebû.
Piştî ku em gihiştin Baxozê, êdî stratejiya piştî DAIŞê nebû, ne ji aliyên navneteweyî ve û ne jî ji aliyê hêzên xwecihî ve.
Êdî vê yekê ji aliyên ewlehî, birêvebirî, aborî û civakî ve jî pirsgirêkek mezin durist kir.”
Derbarê pirsa pêwendiyên li gel Tirkiyeyê Serokê Desteya Danûstandkar a Sûriyeyê Bedir Camûs nerîna mixalefeta Sûriyeyê nîşan da.
Serokê Desteya Danûstandkar a Sûriyeyê Bedir Camûs da zanîn:
“Em Tirkiyeyê wekî hevpeymanekî stratejîk dibînin.
Pêwendî û diyalog li gel wê didomin.
Berê û di dema pêwendiyên wan û hewlên pêwendiyan bi rejîmê re yan jî danûstandinên ku di navbera wan û rejîmê de dibin de jî berdewam bûn.
Tirkiye dibêje ku ew bê beramber pêwendiyan asayî nakin û mercên wan hene.
Ev merc li gel armancên me hevaheng in ku hebûna çareyeke siyasî, destûreke nû, hilbijartin û penaber in.
Ji ber ku gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê hene ku yek ji wan pirsgirêka penaberan e, wekî hemû dewletên herêmê.”
Di gotûbêjan de bi amadebûna hejmarek siyasetmedar û lêkoleran, bi hûrgilî behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Panel bi birêvebirina şarezayê karûbarên Rojhilata Navîn Patrick Haenni bû.