Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di nava malekê de termê 3 kesan hat dîtin ku tê îdiakirin kesekî xwe, hevjîna xwe û kurê xwe kuştine.
Hat ragihandin ku li parêzgeha Êlihê kesekî bi navê Nesîm Adin neçûye ser karê xwe û ji ber vê yekê karmendan wî, hêzên ewlehiyê agahdar kiriye.
Li ser vê yekê polîs çûne mala wî û di nava malê de termê 3 kesan dîtine ku endamên malbatekê ne.
Li gorî zanyariyan kesê bi navê Nesîm Adin, hevjîna wî Tuba Adin û kurê wî Alî Ensar hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî Nesîm Adin bi çekê hevjîna xwe û kurê xwe kuştine û piştre dawî li jiyana xwe aniye.
Dozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û lêkolîn berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse