Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê de kesek mir.
Kamyona ku nasnameya şofêrê wê hîn jî nediyar e li ser rêya Cizîr û Nisêbînê li xaçerêya Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk li motorsîkleta ku şofêrê wê Yakup Kolanç (55) e qelibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê
Di qezayê de şofêr Yaku Kolanç li cihê qezayê mir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse