Gotibû ‘Dê min bikujin’: Xebera mirina wî hat
Hewlêr (Rûdaw) - Ji malbata Adnan Karayîgîtê girtî re hat gotin ku wî xwe kuştiye lê wî berê gotibû ku wî bi kuştinê tehdîd dikin.
Adnan Karayîgît li Girtîgeha Syê ya Îdirê girtî bû.
Rayedarên girtîgehê doh telefonî malabata wî kiriye û gotiye ku Adnan xwe kuştiye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser bûyerê postek belav kir.
Li gorî agahiyên ku Yilmaz Hun dane, Adnan Karayîgît beriya niha bi hefteyekê bi birayê xwe axiviye û jê re gotiye, “Min tehdîd dikin ku dê min bikujin.”
Yilmaz Hun amaje pê kir, ji malbata wî re hatiye gotin ku wî xwe kuştiye.
Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku li Girtîgeha Îdirê di nava 3 salan de 5 kesan xwe kuştiye û ji Wezareta Dadê pirsî:
“Çima pirsên me û pêşniyarên me yên lêkolînê nayên bersivandin?”
Iğdır S Tipi Kapalı Cezaevinde bu sabah bir ölüm haberi daha geldi.
— Yılmaz Hun (@YLMZHUN) October 29, 2024
Bir hafta önce kardeşi ile görüşen Adnan Karayiğit beni burada öldürmekle tehdit ediyorlar dedikten sonra,
Bu sabah ailesi aranarak, intihar ettiğine dair bilgi verildi.
Iğdır cezaevinden son 3 yılda 5 intihar… pic.twitter.com/VTgQxJRrjB