Ji zebeşê Amedê rîçal, dims û çend berhemên din têne çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Beşa Aşpêjiyê ya Zanîngeha Dicleyê li ser zebeşên Amedê kar dikin û berheman jê çêdikin.

Mijara dersa wendekarên beşa aşpêjiyê yên li Zanîngeha Dicleyê ya li Ameda Bakurê Kurdistanê, vê carê ji zebeşê Amedê çêkirina dims, rîçal, şerbet û selete û sosên li ber xwarinên goşt e.

Qalikên zebeşan dikin rîçal

Qalikên zebeşê Amedê dikin rîçal, ava wî dikin dims û dendikên wî dikin çerez.

Akademîsyenê Beşa Aşpêjiyê ya Zanîngeha Dicleyê Cuneyt Ateş diyar ku ew xwendekarên xwe ji bo jiyana kar amade dikin û got:

“Eger em mînak bidin zebeş li herêmên geştyarî û li otel û motelan wekî xwarin tê pêşkêşkirin lê ji zebeş berhemên cuda nayên çêkirin.

 Em bi xwendekarên xwe re ji zebeş, rîçal û dimsê çêdikin û ev jî dê sûdê bigihîne wan.”

Xwendekarên ku dixwazin bibin aşpêjên baş dibêjin ji hebûna metbexeke wisa kêfxweş in.

Xwendekara Beşa Aşpêjiyê Leyla Gokçekê jî got:

“Me ji zebeşên Amedê gelek tişt berhem anîn. Ji nav erd heta sifreyê me wekî selete, rîçal, şerbet û gelek berhemên din çêkirin. Ez gelekî bi şans im ku li vê derê me.”

550 xwendekarî xwendina xwe temam kiriye

Beşa Aşpêjiyê ya Zanîngeha Dicleyê sala 2010an hat vekirin û heta niha 550 xwendekarî li wê beşê xwendina xwe temam kiriye û 190 xwendekar jî xwendina xwe berdewam dikin.

Metbexeke beşê ya modern heye ku di heman demê de 24 kes dikarin tê de bixebitin.