Li Wanê bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan 6 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan 16 kes hatin desteserkirin û 6 ji wan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêgiriya koçberên neyasayî berdewam in.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qeçaxçiyên koçberan di navbera 23-29ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “qeçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” 16 kes hatin desteserkirin û ew şandin Rêveberiya Eewlehiyê ya Wanê.

Piştî karên îfade wergirtinê 16 kes veguhastin Dadgeha Wanê.

Dadgehê derbarê 6 kesan de biryara girtinê da.