Tanrikulu: Çima mermerê Amedê di projeyên hikûmî de nayê bikaranîn

30-10-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgin Tanrikulu Mermerê Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, li Parlamentoya Tirkiyeyê ji Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê Mehmet Ozhaseki pirsa “çima mermerên Amedê di projeyên hikûmî de nayên bikaranîn?” pirsî.

Sezgîn Tanrikulu derbarê bikarneanîna mermerê Amedê di projeyên hikûmî de bi armanca Mehmet Ozhasekî bersiv bide, pirsiyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

"Amed di cîhanê de qadeke girîng a mermer e"

Tanrikulu got: “Di projeyên berdewam ên xaniyên erdhejê de di warê bikaranîna mermerê Amedê de pirsgirêk hene.

Nimûneyên xerab ên nediyar bûn ku yên kû derê ne, berê di hinek projeyan de hatibûn bikaranîn û wekî mermerê Amedê hatibûn destnîşankirin û ji ber wê pêşdarazî çêbû.

Amed di cîhanê de qadeke girîng a mermer e û bo Ewropa, Amerîka, Awisturya, Rojhilata Navîn, Çîn û Hindistanê hinardeyê dike.

Mermerê Amedê çavkaniya madeya xav a bi dehan kargehên li Amedê û parêzgehên derdora wê ye û ji bo bi dehhezaran xebatkaran derfeta kar dabîn dike.”

Tanrikulu bi armanca bersivdayîna Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê Mehmet Ozhaseki ev pirs kirin:

1 – Çima li welatê me girîngiya pêwîst bi mermerê Amedê nayê dayîn ku li cîhanê qadeke girîng a mermeran e li gelek welatan tê bikaranîn?

2 – Mermerê Amedê ku bo çend welatan tê hinartin ji bo çi di avahiyên Îdareya Xaniyên Kom (TOKÎ) de nayê bikaranîn?

3 – Ji bo ev mermer di projeyên hikûmî de bê bikaranîn çi xebat têne kirin? Eger xebat hene di çi rewşê de ne?

4 – Kapasîteya salekê ya qada mermerên a Amedê çiqas e?

5 – Sala 2023yan mermerê Amedê bo kîjan welatan hat hinartin û bo her welatekî çiqas hat hinartin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst