WAN – Hem mamostayê zanîngehê ye hem cotkar

30-10-2023
 Prof. Dr. Fîkret Yaşar / Wêne: AA
Prof. Dr. Fîkret Yaşar / Wêne: AA
Nîşan Wan Mamoste Cotkarî Sêv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Fîkret Yaşar, li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê mamostayê beşa Endazyariya Çandiniyê ye û li kêleka karê xwe cotkariyê jî dike.

Wî sala 2008an li Wanê baxek çandiye ku piraniya wî darên sêvan in.

Yaşar vî baxî jî wekî dibistaneke tetbîqî bi kar tîne û dibêje divê endazyarek zanibe karkeriyê jî.

“Divê endazyarek karkeriya beşa xwe bizane”

Mamostayê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Fîkret Yaşar got:

“Ez li vir hemû karên ku karkerek bike, dikim. Herçiqasî ez profesorek im, mamostayek im lê ez endazyarê vî karî me.

Li gorî min, divê endazyarek karkeriya beşa xwe bizane. Yanî divê hemaliya karê xwe jî bizane.

Endazyarê ku karkeriya karê xwe nizanibe nikare bibe endazyarekî baş.”

Fîkret Yaşar her sibe demjimêr 5an diçe nav baxê xwe û heta demjimêr 8an li wir dimîne.

Demjimêr 8an diçe zanîngehê û demjimêr 5ên êvarî dema dersên wî xelas dibin dîsa vedigere nav bax heta ku tarî dikeve erdê.

Tecrûbeyên wî yên cotkariyê dibin meteryala sereke ya dersên ku li zanîngehê dide.

“Xwendekaran fêrî çanda berhemanînê dikim”

Prof. Dr. Fîkret Yaşar destnîşan kir ku ew dixwaze tecrubeyên xwe bi xwendekaran re parve bike û berdewam kir:

“Dema ez dersê didim xwedekaran ne tenê agahiyan didim, ez hewl didim hemû tecrûbeyên xwe bidim wan.

Herwiha xwendekaran fêrî berhemanîn û çanda berhemanînê dikim.

Dema ez behs dikim gelekî bandor li wan dibe, bi wê mereqê tên vir û fêrî kar û çanda berhemanînê dibin.”

Yaşar li ser rûberê 60 donim zevî 5 hezar dar çandine, 40 donim jê darên sêvan in.

Ji wan darên sêvan salane nêzîkî 200 ton sêv tên.

Wan sêvan dişînin hemû parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Li aliyê din, sêvên wî baxî heta niha carekê hinardeyî Herêma Kurdistanê jî kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst