4 dosyeyên parêzbendiyê ji parlementoyê re hatin şandin

30-10-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Parêzbendî Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dosyayên rakirina parêzbendiya 4 parlamenteran ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.

Serokkomariya Tirkiyeyê, dosyayên rakirina parêzbendiya Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Fraksiyona HEDEPê Saruhan Oluç û Parlementerê HEDEPê Omer Ocalan û parlementerê ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan şandin parlementoyê.

Serokatiya Parlamentoyê, dosyeyên rakirina parêzbendiya 4 parlamenteran ji Komîsyona Têkel a Destûrê ya Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê re şandin.

Dosyeyên parêzbendiyê, dê li Komîsyona Têkel a Destûrê ya Dadê bên nirxandin û eger bên qebûlkirin dê ji bo dengdanê ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re bên şandin.

Dosya piştî hatin şandin dê deng li ser bê dayîn.

Piştî dengdanê eger biryar bê dayîn ku parêzbendiya wan parlamenteran bê rakirin dê li dadgehê derbarê wan de pêvajoya darizandinê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst