Li Mereşê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koksenê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Mereşê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Koksenê ya Mereşê saet 19:25an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,2 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 7,07 kîlometre bûye.

Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.