Li Wanê bi hinceta PKKyê 15 kes hatin desteserkirin

30-10-2023
Nîşan Wan Desteserkirin PKK Riha PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 15 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 23-29ê Çiriya Pêşînê de bi armanca “rêgiriya çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Di van operasyonên cuda de li Wanê 15 kes bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” hatin desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Rihayê jî kesek hat desteserkirin

Li aliyê din, Li Rihayê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê îdia kir doh “endamekî PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ev kes li ser sînorê navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê û navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye desteserkirin.

Heman nûçeyê got ku operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin.

Herwiha derbarê kesê hatiye desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst