Peykerê rêhevalê Mele Mistefa Barzanî, Wehab Axa hat çêkirin

30-10-2022
RÛDAW
Peykerê rêhevalê Mele Mistefa Barzanî, Wehab Axa hat çêkirin
Peykerê rêhevalê Mele Mistefa Barzanî, Wehab Axa hat çêkirin
Nîşan Wehab Axa Mele Mistefa Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji kesayetên naskirî yên herêma Rewandizê û rêhevalê Mele Mistefa Barzanî Ebdulwehab Mihemed Elî Rewandizî (Wehab Axa) li gundê xwe yê girêdayî navçeya Rewandiz a Hewlêrê bi beşdariya nûnerê Serok Barzanî, Sîdad Barzanî hat bîranîn. Di bîranînê de peykerekî mezin ê Wehab Axa hat vekirin.

Pêşmergeyê pêşeng Ebdulwehab Mihemed Elî Rewandizî (Wehab Axa) ê ku li Komara Kurdistanê û di Şoreşa Îlonê de wek Pêşmerge kar kiribû û di nav yekem damezrînerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de bû, li gundê Cundiyan ê Rewandizê hat bîranîn.

Nûnerê Serok Barzanî, Sîdad Barzanî, kurê Wehab Axa siyasetmedar Azad Cundiyanî, nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yên PDKê, Navenda Rewşenbîrî ya Rewandizê, hunermend, malbat û merivên wî beşdarî merasima bîranîna wî bûn.

Wêneyê wî yê ku li Zindana Mûsilê bi kelemçe hatibû girtin bûye efsane

Bîranîn bi vekirina peykerê tûnc ê Wehab Axa yê ku li Zindana Mûsilê wêneyekî efsanewî yê bi kelemçe li dest û lingên wî heye, dest pê kir.

Peykerê ku giraniya wê bi qasî 550 kîlo ye, 3 metre bilind e û metrek û 25 santîmetre fireh e, ji aliyê hunermendan ve li gorî rastiya wê hatiye amadekirin. Qada parka ku peyker lê hatiye danîn, bi kevirên ku ji çiyayên herêmê anîne hatiye çêkirin.

Piştre jî di rûniştina ku di çarçoveya bîranînê de hat lidarxistin de, Sîdad Barzanî peyama Serok Barzanî xwend.

Serok Barzanî di peyama xwe de eşkere kir ku Wehab Axa di destpêka salên 1940î de tevlî tevgera neteweyî ya Kurdistanê bû û di dîroka tevgerên Kurdistanê de şopa xwe hîşt.

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Wehab Axa şoreşgerekî ku di sala 1943an de di Şoreşa Barzan de û di sala 1946an de li Komara Kurdistanê ya Mehabadê li kêleka Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî bû û got, “Wehab Axa ku yek ji fermandarên Pêşmerge bû, di sala 1946an de li Mehabadê bi Nemir Barzanî, Hemze Ebdullah, Nûrî Ehmed Taha, Bekir Hawêzî, Mistefa Xoşnaw, Îzzet Ebdulezîz û hevalên din re Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrand.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst