Di firokeyeke ku dê ji Stenbolê bihata Hewlêrê de rêwî asê man

Hewlêr (Rûdaw) - Derengiya şeva borî li Firokexaneya Stenbolê çend geştyar di firokeyeke ke dê bihata Hewlêrê de asê mabûn û geşta wan dereng ket. Rêwîyekî ji nav firokeyê ji Rûdawê re got, “Bi dehan rêwiyan ji ber pirsgirêkeke teknîkî di firokeyê de asê man û karmendên firokeyê jî derî girtibûn û me nikaribû derkevin derve.” û her wiha diyar kir “Gelek rêwî ji ber kêmbûna oksîjenê bi hêş ketin.”

Roja Şemiyê 29ê Cotmeha 2022an di demjimêr 21:30an de dê firokeyek ji Stenbolê ber bi Hewlêrê ve rê keta lê ji ber pirsgirêkeke teknîkî geşt hat paşxistin.

Yek ji wan rêwiyên di firokeyê de asê mabû Xesro Elbane vîdeoyek ji Rûdawê re şand û got, “Şeva borî bi dehan rêwiyan li Firokexaneya Stenbolê ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya di firokeyeke Fly Baghdad de asê man û ji ber kêmbûna oksîjenê çend rêwî bê hiş ketin ji ber ku karmendan derî li ser wan girtibûn û venedikirin.”

Xesro Elbane anî ziman, “Diviyabû firoke di demjimêr 21:30an de rabe lê piştî demjimêr 23:00an em li firokeyê siwar kirin û çirayên firokeyê nedixebitîn, wan em bi çiraya telefonan siwar kirin. Piştî ku hemû geştyar siwar bûn derî girtin, bi qasî nîv demjimêran di nav firokeyê de oksîjen nema ji ber ku tiştek di firokeyê de nedixebitî. Dû re rêwiyan dest bi hawarê kirin ku derî vekin lê wan demekê guh neda. Dû re rêwî çûn ber derî û bi zorê derî bi karmendan dane vekirin.”

Xesro Elbane destnîşan kir, piştî ku derî vekirin û rêwî peya bûn, “ji me re gotin firokeyeke din bigirin û vegerin Hewlêrê.”

Vîdeoyên ku taybet ji Rûdawê re hatine şandin, diyar dibe ku di firokeyê de ronahî nîne û çend rêwî dixwazin derkevin derve, yek ji wan diqîre û dibêje, “Ez nikarim bêhna xwe bidim.”

Xesro Elbane her wiha anî ziman, firoke di demjimêr 03:30an de vegeriya Hewlêrê lê nîvê rêwiyan ji ber ku “tirsiyan” venegeriyan û li Stenbolê man.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar li ser wê geştê ji Rûdawê re ragihand, “Gelek caran heger geşt werin paşxistin, ji aliyê firokexaneyê ve rewî têne bicîhkirin û paşê rêwî di demeke din de rêwîtiyê dikin lê ez nikarim li ser pirsgirêka teknîkî ya di wê firokeyê de biaxivim û ew karê kaptan e.”