Li Kerkûkê bombe di nav destê zarokan de teqiya

30-10-2022
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îşev li taxeke bajarê Kerkûkê teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê di teqînê de 4 zarok birîndar bûne.

Teqîn li Taxa Musela ya Kerkûkê çê bûye û li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, zarokan teqemeniyek dîtine û dema ku bi wê teqemeniyê lîstine, teqîn çê bûye.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Amir Şiwanî ji Rûdawê re got, “Îşev Yekşembê di demjimêr 23:00 de li Taxa Musela ya bajarê Kerkûkê çend zarokan destkarî di teqemeniyekê de kirine ku bi wan de teqiyaye û 4 ji zarokan birîndar bûne.”

Amir Şiwanî diyar kir, “birîna zarokan dijwar nîne û bo nexweşxaneya bajêr hatine veguhestin.”

Tê nûkirin…

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst