Li Dîlokê bûyerên trafîkê: 3 mirî û 19 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di du bûyerên trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 19 kes birîndar bûn.

Her du bûyer îşev Yekşembê 30 Cotmehê çê bûne ku yek ji wan bûyerên trafîkê li navçeya Belkî û bûyera din jî li navçeya Şehîtkamil a Dîlokê çê bûye.

Li gor zanyariyên ji medyaya fermî ya Tirkiyê ve, êvara îro li navçeya Belkîs a ser bi parêzgeha Dîlokê ve li ser rêya di navbera Riha û Dîlokê de du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku Ahmet Kurt diajût û otomobîla Hasan Yıldız diajût 30ê Cotmehê derengî şevê li ser rêya dinavbera Riha û Dîlokê de li hev qelibîn.

Kesên ku di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane, şofêrê yek ji otomobîlan bi navê Hasan Yildiz û welatiya bi navê Cemîle Kurt in.

Herwiha li navçeya Şehitkamil a Dîlokê bûyereke din a trafîkê çê bû.

Li gor agahiyan, îşev li ser rêya Maaşkuyu ya qezaya Şehitkamil servîsa karkeran û otomobîlek li hev qelibîn.

Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, kesê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye, karker û rêwiyê servîsa karkeran û navê wî Yaşar T. ye.

Polîs û hêzên emnî tevî tîmên tendirustî û hewarçûnê gihîştin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneya bajêr.

Herwiha termê kesê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye, bo morga nexweşxaneyê hat şandin.