Mesûd Tek: Tirkiye eger li Efrînê qaymeqam tayîn bike dê li Zapê jî bike

30-10-2022
RÛDAW
Siyasetvanê Kurd û serokê berê yê PSKê Mesûd Tek
Siyasetvanê Kurd û serokê berê yê PSKê Mesûd Tek
Nîşan Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek Efrîn Zap Kurd Kurdistan PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetvanê Kurd û serokê berê yê PSKê Mesûd Tek ragihand, Tirkiye weke dewlet û weke sîstem her tim dijminatiya destkeftiyên Kurd û Kurdistanê dike. Tek bi gotina, Tirkiyê PKK ji xwe re kiriye hincet daku zirarê bigihîne destkeftiyên Kurdan li Herêma Kurdistanê, diyar kir, “Eger Tirkiye li Efrînê qaymeqam tayîn dike, dê sibe li Efrînê jî qaymeqam diyar bike.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) îro Yekşembê 30ê Cotmeha 2022an sêyemîn kongreya xwe ya asayî li Amedê saz kir.

Li salona kongreyê wêneyên serkirdeyên Kurd, Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî bi dirûşma “serokên me rûmeta me ne”, hatibûn danîn û alên Kurdistanê li dîwarên salona kongreyê hatibûn daleqandin.

Herwiha wêneyê keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî bi peyama “silav li berxwedana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê” li salona kongreyê hatibû danîn.

Di kongreyê de li şûna Mesûd Tek, Bayram Bozyel wek serokê nû yê PSKê hat hilbijartin.

Serkirdeyê PSKê û serokê berê yê partiyê, Mesûd Tek di axaftina xwe ya kongreyê de ragihand, “Tirkiye eger li Efrînê qaymeqam tayîn dike, dê sibe li Zapê jî wê yekê bike.”

Mesûd Tek ji bo nûçegihanê Rûdawê yê li Amedê Maşallah Dekak, behsa siyaseta Tirkiyê ya li herêmê û ya li bermaber Kurdan kir û hişyarî da ku Tirkiye li dijî destkeftiyên Kurdan tevdigere.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ji Mesûd Tek derbarê peyama wî ya ‘Tirkiye eger li Efrînê qaymeqam tayîn dike, dê sibe li Zapê jî wê yekê bike’, pirsî û wî di bersivê de got, “Peyama min gelek aşkere ye, Tirkiye weke dewlet û weke sîstem her tim dijminê destkeftiyên Kurd û Kurdistanê bûye. Çawa Pêşewa Qazî Mihemed ji bo rejîma Îranê gotiye, eger ew hingiv bidin we bizanin ku di nav de jehr heye. Dewleta Tirkiyê jî weke dewleta dagirker a Îranê ye, dibe ku Tirkiye bibêje ez ji bo hebûna PKKê li wê derê (Başûrê Kurdistanê) me, lê belê ev nerast e û hebûna PKKê li wê derê ji bo dewleta Tirkiyê tenê hincet e.”

Mesûd Tek diyar kir, “Armanca sereke ya dewleta Tirkiyê li wê derê têkbirina destkeftiyên neteweyî li Kurdistanê û binpêkirina serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mesûd Tek herwiha eşkere kir ku ew dest ji siyasetê bernade û di nav partiya xwe de dê berdewam be.

Tek li ser vê mijarê wiha axivî: “Ez dest ji siyasetê bernadim. Siyaset ji bo min û ez bawer dikim ji bo hemû dilsozên Kurd û Kurdistanê beşeke jiyanê ye. Heta Kurdistan azad nebe em di nava siyasetê de ne. Bi rastî min dixwest ez li gundê xwe rûnim û mijûlî cotyarî û ajeldariyê bibim, lê Kurd bi daxwazên xwe ne bi rewşê tên nav xebatê, ji bona wê jî heta dema ku Kurdistan azad bibe ez di nav xebatê de me. Ew karwanek e, ew karwana Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ji sala 1974an ve dest pê kiriye, ew karwan her dimeşe, ez çi li pêşiyê bim, çi li piştê bim, çi li naverastê bim, ne mesele ye. Ez jî beşeke ji wê karwanê me û ez dê wek berê xizmeta doza milletê xwe bikim di bin alaya partiya xwe de.”

Li ser pirsa, ‘gelo dê ev kongreya PSKê bi fermî bê qebûlkirin, ji ber li gor qanûnê divê kongreyên partiyan li Enqerê bin’, Mesûd Tek ji Rûdawê re diyar kir, ew dê ji bo cîbicikirina yasayan dê kongreyeke sembolîk li Enqerê jî saz bikin û heman biryarên li Amedê hatine dayîn li wê derê dubare bikin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Mesûd Tek anî ziman, ji ber ew xelkê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ye, ew dixwaze beşeke jiyana xwe li bajarê xwe Dêrsimê derbas bike, lê dê weke berê li Amedê jî be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst