Serokê nû yê PSKê Bozyel ji bo Tirkiyê û PKKê peyam da

30-10-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bayram Bozyel weke serokê PSKê hat hilbijartin
Bayram Bozyel weke serokê PSKê hat hilbijartin
Nîşan PSK Bayram Bozyel Kongreya PSKê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) sêyemîn kongreya xwe ya asayî ne li Enqeê li Amedê li dar xist. Di kongreyê de Serokê PSKê Mesûd Tek hate guhertin û di şûna wî de Bayram Bozyel bû serokê nû yê PSKê. Bozyel hem bang li PKKê û hem jî li dewleta Tirkiyê kir: “Werin vê meseleyê li ser maseyê bi rêya diyalogê safî bikin.”

PSK 3emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe li Amedê li dar xist. Di kongreyê de serok hate guhertin. Di şûna Mesûd Tek de êdî Bayram Bozyel serokê nû yê PSK'ê ye.

Serokê nû Bayram Bozyel bi bîr xist ku siyaseta Tirkiyeyê di vê qonaxê de xitimiye û rêyên tundiyê xizmeta çareserkirina pirsa kurd nakin. Ji ber vê yekê hem bang li PKKê û hem jî li dewletê kir ku xwe ji rê û rêbazên tundiyê dûr bixin.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel got: “Meseleya şîdetê em wek partî ji îro û pêve em dê zêdetir deng bilind bikin ku şîdet bi dawî were. Hem aliyê PKKê û hem jî aliyê dewletê. Tabî ji ber ku PKK xwe aliyê Kurd dihesibîne em pêşî banga xwe lê dikin û helbet em bang li dewletê jî dikin ku ji vê siyasetê tu encamek dernakeve. Werin vê meseleyê li ser maseyê bi rêya diyalogê û bi rêya muzakereyê safî bikin.”

Li gorî yasayên Tirkiyeyê nabe ku partiyek fermî kongreya xwe ji bilî paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê li ti cihekî din bike. Lê PSKê ev yek şikand. Kongreya xwe li Amedê kir û ji bo cîbicikirina yasayê jî dê kongreyeke sembolîk li Enqereyê bike.

Beşdara kongreyê Selva Baksî got: “PSK dê zaf xebatên xwe pir cidî bigre.”

Delegeyê PSKê Salih Omerî jî dibêje: “Enqere paytexta Tirkan e û evder jî paytexta Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê me kongreya xwe li vir çêkir. Girîngiya vê kongreyê ev e.”

Beşdar Sîbel Yildirim jî got: “PSK partiya 50 salan e. Ji ber vê yekê dê gelek tiştên baş bike.”

Delege Serhed Amedî jî wiha axivî: “Di nava xortan de di nava jinan de divê baskên wê çêbin, birêxistin bibe û partî bibe partiyeke ciwanan.”

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beriya 48 salan hatibû avakirin. Di sala 1978an de bi piştgiriya PSKê Mehdî Zana di lîsteya serbixwe de bibû Şaredarê Amedê. Lê piştî derbeya leşkerî ya 1980an PSK her ku çû girseya xwe ji dest da û niha hêza wê ya girseyî tune ye ku weke partî bikeve hilbijartinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst