Li Şirnexê 15 ciwanên nerazîbûn nîşanî festîvala "qeyum" dan hatin desteserkirin

30-10-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Silopî Cizîr Desteserkirin HDP Mehmet Zirig
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Cizîrê û Silopî yên ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve hêzên ewlekariyê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtin û 15 kes desteser kirin. Serokê berê yê Şaredariya Cizîrê ya HDPê Mehmet Zirig derbarê mijarê de ji Rûdawê re got "Kesên desteserkirî ew ciwan in ku dijî festîvala qeyum li ser medya civakî nerazîbûn nîşan dane."

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Polîsên Tevgera Taybet a Tirkiyê doh 29ê Cotmeha 2022ê di li navçeyên Cizîrê û Silopiyê yên Şirnexê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtine û 15 kes desteser kirine.

Herwiha tê gotin ku kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Cizîrê û Silopiyê hatine birin.

Serokê berê yê Şaredariya Cizîrê ya HDPê Mehmet Zirig doh 29ê Cotmeha 2022ê derbarê destsekirina 9 kesên li Cizîrê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîbû û gotibû “Kesên desteserkirî ew ciwan in ku li ser torên civakî nerazîbûna xwe li hember festîvala qeyum anîne ziman in. Di nav wan de endamên HDPê jî hene, lê ti rêveberên HDPê di nav de nînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst