Li Kilîs û Efrînê dîroka zeytûnan digihije hezaran salan

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê li gel Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hevsînor e. Li vê navçeyê ji qedîm ve darên zeytûnan hatina çandin û zeyta zeytûnan hatiye berhemanîn. Li Şûnwarê Dîrokî yê Oylum li sînorê vê parêzgehê, hejmarek dendikên zeytûnan hatine dîtin ku tê texmînkirin dîroka wan vedigere 4 hezar sal berî niha.

Prof. Engin Atilla, Serokê Tîma Kolandinê, dibêje, “Koşk, bêguman dîroka wê vedigere 4 hezar sal, ji ber agirekî bihêz şewitî ye, bi baweriya me koşk di êrîşekê de wêran bûye, ji ber di nav koşkê de mirov jî şewitî ne. Li wan cihên koşkê ku wek depo hatine bikaranîn, di nav wan kûpikan de ku hatine talankirin û şikandin, me dendikên zeytûnên şewitî dîtin.”

Karê kolandin, paqijkirin û pişkinînê li vî şûnwarê dîrokî ji sala 1988an ve destpê kiriye û tê çaverêkirin û ev dîtin bibe sedemek bo pêşxistina sektora geştyarî ya Kilîsê.

Gamze Nûr Çîçek, Xwendekara Archeologyê Li Zanîngeha Dîlokê, dibêje, “Li Şûnwarê Oylumê ji meha Temûzê ve li ser karê kolandinê berdewam in, di vê koşkê de ku vedigere Serdema Çaxê Bronza Navîn, îsal me di du odeyên koşkê de kar kir. Hejmareke zêde dendikên zeytûnan hatin dîtin, karên me berdewam in. Dîtina van navikan pêşanî me dide ku dîrokeke çiqasî kevin a çandina zeytûnan li vê deverê hebûye û çavkaniyeke girîng a dahatê bûye.”

Di serdema Çaxa Bronza Navîn de zeytûn û zeyta zeytûnan tiştekî gelekî bihadar bûye. Ji xeynî bikaranîna bo xwarinê, wek dar bo şewitandinê hatine bikaranîn û di karê kanzayî de jî girîngiyeke wan a zêde hebûye.

Hevdem hemû dermanên pizîşkî bi zeyta zeytûnan hatine amadekirin, zeyta zeytûnan di çêkirina cilûbergan de jî hatiye bikaranîn. Lewra pispor zeyta zeytûnan wek petrol û sotemeniya serdema Çaxa Bronza Navîn binav dikin.