Rewşa kampa Waşokanî xerab e

Heseke (Rûdaw) - Rewşa koçberên li kampa Waşokanî gelek xerab e û bi hatina zivistanê rewş xerabtir dibe. Koçber û berpirsên kampê bang li aliyên navdewletî dikin ku destê alîkariyê dirêjî wan jî bikin.

Lêmûna Mistefa ya 45 salî koçbereke Serê Kaniyê ye,  dayika 6 zarokan e, ji alîkariyên mirovî bêpar e û neçar e karê dirûnê bike da ku debara jiyana xwe bike.

Lêmûna Mistefa,  Koçber, dibêje, “Isfinc, betanî û çadira me têk çûne, em dixwazin vegerin ser axa xwe eger em nan û pîvazekê bixwin ji me re çêtir e ji vî halî, alîkarî û desteka ku bigihêje me nema çêja wê heye.”

Li kampa Waşokanî 15 hezar û 191 koçberên Serê Kaniyê lê dijîn.

Li gorî rêveberiya kampa Waşokanî ji ber kêmbûna alîkariyan 330 malbat bê kon in,  li konên xizmên xwe bi cih bûne,  wan alîkarî ji Netewên Yekbûyî û çend rêxistinên navdewletî xwestiye,  lê ta niha ti bersiv nehatiye.

Berzan Ebdullah, Rêveberê Kampa Waşokanî, dibêje, “Kampa Waşokanî binesaziya wê pir qels e, pêwîstiya penaberan li vir bi avakirina hemaman heye. Herwiha pêdiviyên zivistanê mîna Isfinc û betaniyan, cilên zivistan û keresteyên pêjiyanê heye, tişta pêşkêş dibe di rêya rêxistinên xwecihî didin, ew jî bi rêjeyeke kêm, em jî gengeşeyê li gel aliyên berpirs dikin çawa em bikaribin rêxistinên navdewletî berê xwe bide koçberên vê kampê.”

Sala 2019 di operasyona artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de,  bêhtirî 150 hezar kesî ji Serê Kaniyê derbeder bûn.

Rêveberiya Xweser li nêzî bajarê Hesekê 2 kamp ji koçberên Serê Kaniyê re  ava kirine,  ku nêzî 23 hezar û 500 koçberî li wan kampan bicih bûn, lê ne Netewên Yekbûyî  û ne jî rêxistinên mirovî alîkariyan ji wan re dabîn nakin.