Projeyek ji bo lihevkirina Kurdan û hikûmeta Sûriyê hat amadekirin

30-10-2021
RÛDAW
Kobanî- 18/10/2019 (Wêne: AFP)
Kobanî- 18/10/2019 (Wêne: AFP)
Nîşan Omer Osê Kurd Şam Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê projeyek ji bo lihevkirina Kurdan û hikûmeta Sûriyê amade kir. Eger ev proje bê qebûlkirin, dê li Qamişlo were ragihandin.

Omer Osê di hevpeyvîneke taybet de li gel rojnameya Al Watan a nêzîkî hikûmetê behsa naveroka wê projeyê kir.

Naveroka projeyê bi vî awayî ye:

- Pirsa Kurd pirseke Sûrî ye û li Şamê çareser dibe

- Divê di destûra nû de mafên Kurdan werin parastin

- Parastina serwerî û yekîtiya axa Sûriyê

- Destpêkirina diyaloga di navbera hikûmetê û Kurdan de

- Sîstema desthilatê li Sûriyê bibe Nenavendî

- Geşepêdana herêma rojhilatê Firatê û Cizîrê

- Vegera hemû dezgehên dewletê ji bo herêma Firat û Cizîrê û herêmên din

Li gor ku Omer Osê ragihandiye, ew proje ji bo aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyê hatiye pêşkêşkirin.

Her li gor zanyariyan, eger her du alî razî bibin û bipejirînin, proje dê bi fermî li Qamişlo were ragihandin.

Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê berî niha jî daxwaz kiribû ku odeyeke operasyonan di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bê avakirin ku “rûbirûyê dijminkariyên Tirkiyê” bibin û bang jî kiribû ku Kurd û hikûmeta Sûriyê demildest dest bi diyalogê bikin.

Li gor daxuyaniya Omer Osê, ev bangewazî li hember metirsiyên cidî yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê tên û ji bo neçarkirina Tirkiyê ku dawiyê li dagirkeriya xwe li hemû herêmên Sûrî bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst