Lûtkeya G20 îro destpê dike

30-10-2021
RÛDAW
Îro lûtkeya G20 destpê dike
Îro lûtkeya G20 destpê dike
Nîşan G20 Roma Italya Corona Guherîna Keşûhewayê Netewên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro lûtkeya G20 li Romaya paytexta Îtalyayê birêve diçe. Di lûtkeya îsal de dê herî zêde behsa Coronayê û herwiha guherîna keşûhewayê bê kirin.

20 welatên dewlemend li Romayê li ser rewşa Corona, aborî û guherîna keşûhewayê ya cîhanê dicivin.

Xwepêşander li nêzîkî hola civîna serkirdeyên 20 dewlemendtirîn welatên  Cîhanê, daxwazê ji wan serkirdeyan dikin soza xwe ji bîr nekin, derbarê peydakirina 100 milyar dolar ji bo alîkarîkirina welatên hejar li dijî bandorên guherîna keşûhewayê.

Çalakvan Oscar Soria dibêje "Niha dem hatiye bi taybet bo wan pênc welatan; wek Amerîka, Brîtanya, Australia, Canada û Îtalyayê daku sozên xwe pêk bînin. Wan soz dabû ku bi dadperwerane 100 milyar dolar her sal wek alîkariyê pêşkêşî welatên hejar bikin jibo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê, lê ev yek nehatiye kirin."

Neteweyên Yekbûyî jî daxwazê ji wan 20 welatan dikin vê civînê bikin derfet berî sazkirina lûtkeya salane ya keşûhewayê ku 31ê vê mehê li Scotlandayê destpê dike, daku li hev bikin û asta derbûna gazên germker heta 2050 bikin sifir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got "Bi vî awayî bawerî  tê lawazkirin, ji ber nebûna xwesteka kêmkirina metirsiyan, rahatin û veqetandina alîkariyên darayî. Pêdiviya me bi arezûyeke zêde heye  jibo kêmkirina derbûna gazên germker daku bilindbûna pileya germê li 1.5 pile Celsius rawestînin, ev armanca ku zanayan ji me re gotiye ku  take bijarde ye jibo siberojeke aram ya Cîhana me."

Daxwaza din a Neteweyên Yekbûyî ji wan 20 welatan ew e ku bibin alîkar daku heta dawiya vê salê 40%  herwiha heta nîvê sala 2022an jî 70% ji xelkên Cîhanê vaksîna dijî coronayê werbigrin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got "Ez daxwazê ji welatên G20 dikim bi temamî pişgiriya vê stratejiyê bikin û li gel hev rêkeftinê bikin daku biser kevin. Ev take rêye jibo bidawîkirina vê petayê jibo her kesî û li her cihî."

Sindoqa dirav a Navdewletî jî  behsa wê yekê dike ku hîn dem heye jibo peydakirina pereyan jibo pêkanîna wê aramncê.

Rêvebera Giştî ya IMFê Kristalina Georgieva rahihand "Em bawerin ku hîn 20 milyar dolar li cem me kêm heye, daku em vaksînê bighînin 40% ji xelkê li hemû welatan, heta dawiya sala îsal û 70 % ji xelkê heta nîva sala bê."

Hejmarek ji astengiyên ku li pêşiya serkirdeyên G20  hene, zehmetiya bihêzkirina aboriya wan e piştî Corona, bilindbûna nirxê enerjiyê , rêxistina bacên Navdewletî û asayîkirina peywendiyên bazirganî ne, di demekê de ye ku heta niha ne xuyaye ku Corona di vê zivistanê de ber bi kuve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst