Li Rojavayê Kurdistanê pabendiya xelkê bi qedexeya hatinûçûnê lawaz e

30-10-2020
Muhenned Îbrahîm
Qamişlo
Qamişlo
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê Coronavirus Qedexeya Hatinûçûnê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber zêdebûna tûşbûna bi vîrûsa Corona qedexeya nîvco heta 8 mijdarê ji aliyê Rêveberiya Xweser hatiye ragihandin ku bazarên giştî û gelek xebat tên girtin û rawestandin, lê diyare beşek ji xelk bê xemin û ne pabendin.

Ednan Mihemed ji Qamişlo tevî 3 karkeran li xwaringehê debara mala xwe dabîn dikir, lê ew neha bi tenê dixebite ji ber ku kar bûye seferî û rêjeya xelkên li bazarê 80% kêm bû.

Xwediyê xwaringehê Ednan Mihemed dibêjî, “Qedexe heye lê kiriya dikanê ranaweste û xwediyê wê 350 dolar dixwaz، ez neçarim kar bikim û kiriya dikanê derxînim, min 3 malbat ji kar sekinandi ye.”

Beşek ji welatiyên li bazarê ji ber pêdiviyên xwe derdikevin ta demjimêr 3yê êvarî, beşê din jî ne bawerin bi rastiya vê nexweşiyê, lewma bê mask in û silava destan jî didin hev.

Roja yekê ji qedexeyê, hêzên ewlehiya navxwe ta neha tu biryar negirtiye ji bo fişar û pêkanîna wê qedexeya beşî.

Xwendekar Rewşan Yaqûb dibêje, “Ji aliyekî qedexe baş e û JI aliyekî din ne baş e, mirov xwe diparêze nemaze vîrûs belav dibe, ji aliyê perestgehan nimêj divê betal bibe, xwendin jî kêm dibe.”

Xwendekar Aya Elî dibêje, “Qedexe ne baş e ji ber ta demjimêr 3 gelek dikan vekirîne û xelk maskan danaynin, li holên xwendinê jî 70 ta 80 xwendekar rudinin.”

Hemwelatî Hesîna Reşîd jî dibêje, “Na em naçin riwê hev, em ji tirsa destê hev nagirin, em hatine cem bijîşkan.”

Xwendekar Sîdra Ristem diyar dike, “Li bajar qerebalix heye, divê çend demjimêr bên diyarkirin, lê bi vî şêwazî nabe.”

Qedexeya nîvco nexweşxane, dermanxane, nanxane, rêxistinên alîkariyan û dibistana nagire nav xwe.

Li Rojavayê Kurdistanê 2 taqîgehê pişkinîna Corona heye û ta niha li gorî amarên desteya tendirustî 4350 kes tûş bûne û 119 kes canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst