Bilindbûna kirêya dikanan li Rojavayê Kurdistanê bûye pirsgirêkeke mezin

30-10-2020
Muhenned Îbrahîm
Ridwan Selîm, welatiyekî Qamişlo ku ji ber buhabûna kirêya dikanan, neçar bûye dest ji dikana xwe berde û li ser cadeyê tiştan difiroşe. Wêne: Rûdaw TV
Ridwan Selîm, welatiyekî Qamişlo ku ji ber buhabûna kirêya dikanan, neçar bûye dest ji dikana xwe berde û li ser cadeyê tiştan difiroşe. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Qamişlo Rojava Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, ji ber giranbûna kirêya dikanan û herwiha bi sedema lawazbûna tevgera bazirganiyê, beşek ji dikandaran nikarin kirêya dikanên xwe dabîn bikin. Beşekî zêde ji firoşkaran, neçar bûne dev ji dikanan berdin û li ser erebeyan karê xwe bikin. Firoşkarek ji Rûdaw re dibêje, ku xwediyên xanî û dikanan, bi dolar daxwaza kirêya xwe dikin û ev yek dibe bargiranî li ser milê kirêçiyan.

Ridwan Selîm ji 12 salan ve di dikana kirê de pêlav difirotin, lê ji ber buhabûna kirêya dikanan û nirxê kirîna wan ku bi 70 ta bi 200 hezar dolrî ye, ew bê dikane maye û li ser cadeyan debara mala xwe peyde dike.

Li 11 hezar dikanên Qamişlo tevgera bazirganî ji hev cûda ye û xelk neçar in pîşeyên xwe biguherin û Li ser erebokan kar bikin.

Ridwan Selîm ji Rûdawê re ragihand: “Kirêya dikana min beriya salekê bi 1,500,000 (Lîreyê Sûrî) bû, lê niha bûye 250 dolar, kirêya dikanê 500000 hezar L.S ye,wê demê wê madeyên min buha be, îro seraf dikan ji bo salekê ji 5 ta 7 hezar dolaran digre,  xwediyê dikanan wê yekê li me jî pêk tînin, min dikan berda û niha li ser kolanê kar dikim, şaredarî jî dengê xwe nake.”

Kirîza buhayê dikanan ji salekê ve heye û Yekîtiya Ofîsên Xanûberan ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ta niha li ser kontrolkirina buhayê kirêya dikanan nexebitiye û tenê ji bo kirêya malan hin biryar standine.

Serokê Yekîtiya Ofîsên Xanûberan, Ednan Misewir dibêje: Kirêya dikanan li bazarê gelekî buha bûye û gihîştiye 500 dolarî, kesin ji derveyê herêmê li vir in û bi nirxê giran kirê didin, ew gav bandor li xelkê deverê dike, ew zêdebûn bandor li nirxê kirînên xelkê dike.

Beriya kirîza Suriyê kirêya dikanan ji 6 ta 15 hezaran bû lê neha ji 100 û ta 500 dolarî ye. Li taxên gelerî ji 25 û ta bi 40 hezaran tê kirêkirin, kirêya buha bûye sedem ku nirxê kelûpelan bi rêjeya 10 ji sedê buhatir bibe û hejarî û bêkarî jî bêtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst