Sedir gef li Adil Ebdulmehdî xwar: Dema vê hatiye biçî

30-10-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Muqteda Sedir Adil Ebdulmehdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Sedir gefan li Serokwezîrê Iraqê dike û dibêje, ewê ji bo wergirtina baweriyê ji hikûmeta Adil Ebdulmehdî, kar bikin.

Muqteda Sedir di peyamekê de ji bo Adil Ebdulmehdî dibêje, min weha hizir dikir, ku ji bo parastina rûmeta xwe tu dê encamdana hilbijartinên pêşwext qebûl bikî, lê belê çimku te niha nekir û ew red kir, ez dê daxwaz ji Hadî Amirî bikim, daku bi hev re kar bikin, ji bo standina baweriyê ji hikûmeta te.

Muqteda Sedir daxwazê ji Hadî Amirî dike, ku ji bo wergirtina baweriyê ji Adil Ebdulmehdi, guhertina komisyona hilbijartinan, encamdana çaksaziyên bingehîn, û hin maddeyên destûrê bi hev re kar bikin.

Sedir herwiha diyar kiriye, eger parlamanto deng li ser wan guhertinan nede, gel dê gotina xwe bibêje.

Berî niha Muqteda Sedir bi rêya twitterê daxwaz ji Adil Ebdulmehdi kiribû, ku li parlamentoyê amade be û banga encamdana hilbijartinên pêşwexit bike, lê Ebdulmehdî ew yek red kiribû. 

Duh Sêşemê Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî di peyamekê de ji serkirdeyê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir re gotibû, ji bo ku ew dest ji kar berde du rê hene, ew jî “yan bi piraniya dengên parlamenteran, parlamento were hilweşandin û hilbijartin bêne kirin, yan jî bi Hadî Amirî re li hev bike ji bo pêkanîna kabîneya nû.”

Ebdulmehdî gotibû: “Hikûmeta karbirêker rewşê çareser nake û hûn dikarin li gel Hadî Amirî hikûmeteke nû pêk bînin.”

Serokwezîrê Iraqê herwiha diyar kiribû: “Ez ji bo destjikarberdanê amade me, lê belê li gor yasayê dive parlamento bê hilweşandin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst