Vîdyoyeke nû ya Çîçek Kobanê di destê çekdaran de belav bûye

30-10-2019
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojavayê Kurdistanê YPJ HSD Çîçek Kobanê Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vîdyoyeke nû ya şervana HSDê Çîçek Kobanê, ku roja 21ê Cotmehê li Eyn Îsa êxsîr ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, belav bûye ku têde xuya dibe, çekdar dengê xwe li ser bilind dikin û gotinên kirêt jê re dibêjin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD), Mistefa Balî li ser twîttera xwe vîdyoyeke şervana Yekîneyên Paratina Jinê (YPJ), Çîçek Kobanê belav kiriye.

Mistefa Balî ev vîdyo roja 28ê mehê belav kiriye û têde xuya dibe, ku çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve dengê xwe li ser bilind dikin û gotinên kirêt jê re dibêjin.

Balî li twîttera xwe li ser vê vîdyoyê nivîsandiye, dîmenên nû ku têde çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad a ser bi Tirkiyê ve xuya dibin û dengê xwe bilind dikin û gotinan ji şervana HSDê Çîçek Kobanê re dibêjin, di demekê de ku ew birîndar e û ji ber birîna xwe dinalîne.

Di vîdyoya nû de Çîçek Kobanî li pişta otomobîleke çekdaran tê dîtin ku zêdetir ji deh çekdar li derdorê ne û dengê xwe li ser bilind dikin. Li gor dîmenan, çekdarek dipirse û dibêje, gelo Cemîl kiriye hedef?

Her li gor wan dîmenan, çekdarekî din bêyî ku guh bide birîndariya Çîçek Kobanê, wê bi awayekê qahîm bilind dike û hildigire ser milê xwe û dibe, û Çîçek Kobanê bi halê xwe yê birîndar berevaniyeke kêm dike.

Fermandariya Giştî ya YPJê roja 25ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku şervana wan Çîçek Kobanê roja 21ê vê mehê di êrîşa çekdaran bo ser Eyn Îsa de êxsîr ketiye û berpirsatiya parastina canê wê şervana xwe xistibû milê civaka navdewletî.

Pêştir vîdyoyeke din a heman şervana birîndar li ser medyaya civakî belav bûbû ku tê de çekdar henekên xwe pê dikin, bêrêzî û sivikatiyê pê  dikin û gefa kuştin û serjêkirinê lê dixwin.

Fermandariya YPJê di daxuyaniya xwe ya berê de dabû xuyakirin, ku ew şervana wan di demekê de hatiye êxsîrkirin, ku hêj dema agirbesta li gor rêkeftina Amerîka û Tirkiyê bi dawî nebibû û berovajiyê agirbestê, hêzên ser bi Tirkiyê ve êrîşî navçeyên di bin kontrola wan û HSDê de kirine.

Li aliyekê din roja 26ê Cotmehê medyayên Tirkiyê wêneyek belav kiribûn û ragihandibûn ku ew wêneyê Çîçek Kobanê ye û li nexweşxaneyeke wî welatî tê dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst