HPGê bîlanço aşkere kir: 349 leşkerên tirk hatine kuştin

30-10-2015
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Gerîlla Bakurê Kurdistanê Tirkiye Leşkerên tirk Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê ragihand ku di meha dawî de 349  kes ji hêzên Tirkiyê hatine kuştin û li hember jî 56 gerîlla şehîd bûne û 2 gerîllayên wan jî dîl hatine girtin

 

Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniyekê de bîlancoya şer û pevçûnên meha Cotmehê aşkere kir.

 

HPGê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku ji 1 heta 30ê cotmehê, 315 leşker, 4 polîs û 30 endamên hêzên taybet ên Tirkiyê hatine kuştin.

 

Li gor daxuyaniyê, di cotmehê de 56 gerîlla şehîd bûne û 2 ji wan jî dîl hatine girtin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, tevî raginandina bêçalaktiyê jî, lê artêşa Tirkiyê operasyonên xwe zêdetir kirine bi taybet li xetên Dêrsim-Erzîngan, herwiha Colemêrg - Şemzînanê ku ew 2 meh bûn nikaribûn bikevine wan cihan.

 

HPGê behsa wê yekê jî kir, tevî ku artêşa Tirkiyê çekên herî pêşketî li dijî wan bikar anîn, lê berxwedana gerîllayan hişt ku operasyonên Artêşa Tirkiyê bê encam derkevin.

 

Bîlançoya pevçûnan li gor Tirkiyeyê

 

Ajansa nûçeyan a Dugan a Tirkiyeyê derbarê şer û pevçûnên vê dawiyê de amarek li ser kuştiyên hêzên Tirkiyeyê belav kir.

 

Li gor raporta Duganê, di 100 rojên borî de 155 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin. Di raportê de tê gotin, ku di pevçûnên wê heyamê de 89 leşker, 63 polîs û 3 pasevanên sînorî yên Tikriyeyê ji aliyê PKKê ve hatine kuştin.

 

Li gor wan agahiyan, ew hêzên tirk ên ku hatine kuştin, ji 20 parêzgeh û 60 bajarên Tirkiyeyê ne û pirraniya wan jî li 3 parêzgehên Colemêrg, Şirnex û Amed ên Bakurê Kurdistanê hatine kuştin.

 

Di raportê de hatiye, ku li Colemêrgê 32 kes, Şirnex 25 kes û li Amedê 22 hêzên tirk hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst