Navenda Nûçeyan - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di çerçoveya pêşketinên Rojava û Başûrê Kurdistanê de ragihand ku divê Kongreya Neteweyî bilez were lidarxistin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di daxuyaniya nivîskî de bang li hemû hêzên siyasî kir, ku ji bo “Kongreya Neteweyî” bi lezgînî bicive, bikevin nava tevgerê.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî metirsiya rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hevpeymanek navneteweyî hatiyê lidarxistin û herwiha hişyariya yekîtiya kurdan jî hat kirin. Herwiha hat gotin ku divê kurd li hemberî van bûyerên dawî de ne di nav xefletê de bin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêxistna DAIŞê taybetî êrişan li herêmen kurdan pêk tîne hat û hat gotin ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurdî dê bandora xwe li aştî û aramiya li herêmê bike.
KCK di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku sala borî li her çar paerçeyên Kurdistanê û ji derveyê Kurdistanê ligel partiyên siyasî û girseyên civakî xebat destpêkirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse