Hudapar dixwaze di navbera PYDê û Cebhet el-Nusra de bibe navbeynkar

30-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hudepar ragihand ku ew dikarin di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê û Cebhet el-Nusra de bibin navbeynkar.

Serokê Hudapar li Amedê Vedat Turgut ragihand ku, ew piştgirî didin pêvajoya aşitî û çareseriyê û ew amdene ku di navbera PKKê û Hizbulahê Tirkiyê de navbeynkariyê bikin.

Di hevpeyvînekê ligel rojnameya Taraf a tirkî de, Turgut diyar kir ku ew ti carî li Rojava piştgiriya Qaîde û Cebhet el-Nusra nakin, lê eger dixwazin ew dikarin di navbera wan de bibin navbeynkar.

Vedat Turgut herwiha got “Partiya Hudaparê partiyeke Tirkiyê ye û di heman demê de partiya Kurdistanê ye, ji ber ji sedî 70yî ji endamên me Kurd in”.

Partiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê, bi taybet BPDê, Hudaparê bi piştgiriya komên îslamiyên radîkal li Rojavayê Kurdistanê tawanbar dikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst