Pêvajoya serjimêriyê: ‘Kerkûkê ji Kurdan xalî dikin’

Hewlêr (Rûdaw) – 20ê Çiriya Paşînê dê serjimêrî li Îraqê were kirin. Di 7-8 salan de herî kêm 600 hezar Erebên hawirde li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Serjimêrî di demekê de tê kirin ku demografiya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê hatiye guhertin.

Yek ji wan metirsiyên li ser Kerkûkê jî serjimêrî ye.

Li gorî amarên dawî di 7-8 salên dawî de 110 hezar malbatên Ereb ku ew jî dike 600 hezar kes li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Fokûsa vê hefteyê ya bernameya Legel Renc serjimêriya giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û metirsiyên wê yên li ser Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bû.

Biryar e 20ê Çiriya Paşînê serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê were kirin, tirsa Kurdan heye ku ev serjimêrî bibe sedema bicihneanîna yekcarî ya Madeya 140î ya Destûra Îraqê.

Her wiha metirsî heye ku 110 hezar Erebên hawirde yên di nava çend salên dawî hatine bicihkirin li ser Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê werin tomarkirin.

Hemû mêvanên bernameyê behsa wê yekê kir ku serjimêrî metirsiyeke mezin e li ser Kerkûkê û Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Îraqê Ebdulzehre Hîndawî jî diyar dike ku serjimêrî tenê ji bo geşedanê ye û ew serjimêrî ne ji bi armancên siyasî tê kirin.

Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî ya Herêmên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan jî mêvanekî bernameyê bû.

Fehmî Burhan di wê baweriyê de ye ku divê serjimêrî neyê kirin û Kerkûk ‌û Xaneqîn, Şingal teslîmî wê qederê neyê kirin.

Xortê bi navê Yûsif Qasim di beşa zanistên siyasî ya Zanîngeha Selahedînê de xwendekar e û xelkê Kerkûkê ye.

Yûsif Qasim jî mêvanê bernameyê bû.

Yûsif Qasim da zanîn ku serjimêrî jî her wekî birîna 16ê Çiriya Pêşînê dê bibe birîneke din a Kerkûkiyan.

Yûsif Qasim behsa metirsiyên serjimêriyê kir û wiha axivî:

“Hîn birîna 16ê Çiriya Pêşîna Kerkûkê û Kerkûkiyan derman nebûye, bergekî yasayî li guhertina demografiyê kirine û ew jî bûye serjimêrî.

Şivanekî Hewîceyî anîne Kerkûkê bi milyonan zevî dane wî. Bawer bike nizane bê ka çend sifirên wê milyonê hene.

168 hezar Erebên hawirde li Kerkûkê hatine bicihkirin û heger ew tevlî serjimêriyê bibin ev tê wê wateyê ku guhertina demografiyê tê yasayîkirin.”

Rêjeya Ereban a ji sedî 21 kirine ji sedî 72

Alîkarê Serokê Odeya Operasyona Serjimêriyê ya Herêma Kurdistanê Şiwan Cebar jî behsa dîrokên serjimêriyê kir.

Li gorî gotina Şiwan Cebar, yekem serjimêriya Îraqê sala 1927an û serjimêriya dawî sala 1987an de hatiye kirin.

Li gorî gotina Şiwan Cebar Kurd jî tevlî pêvajoya serjimêriya 1987an bûne.

Şiwan Cebar amaje bi wê yekê kir ku sala 1997an serjimêriyeke din hatiye kirin lê belê civaka navneteweyî ew serjimêrî nas nekiriye.

Li gorî gotina Şiwan Cebar serjimêriya sala 1957an yek ji serjimêriyên baş ên dîroka Îraqê bûye û amar û zanyariyên wê serjimêriyê baş bûne.

Şiwan Cebar da zanîn ku di serjimêriya 1957an de hejmara Kurdan ji sedî 48 bûye û di serjimariya 1997an de rêjeya Kurdan bûye ji sedî 21.

Li gorî gotina Şiwan Cebar hejmara Tirkmenan ji sedî 21ê daxistine û kirine ji sedî 6.

Şiwan Cebar tekez kir ku di serjimêriya 1997an de rêjeya Ereban jî ji sedî 21ê kirine ji sedî 72.

Şiwan Cebar di berdewamiya axaftina xwe de behsa bûyerên 16ê Çiriya Pêşînê jî kir û wiha got:

“110 hezar malbatên Ereb piştî 16ê Çiriya Pêşînê li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Ew jî dike 600 hezar kes, hejmareke gelekî zêde ye.

Ji sedî 60-70ê serjimêriyê bi dawî bûne lê belê ya ku ji me re dilgiraniye çêdike Erebên hawirde hatine nivîsin lê belê Kurdên penaber nehatine nivîsîn.”

“Me xwest amarên sala 1957an bibin bingeh”

Şiwan Cebar di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku Hikûmeta Îraqê çend caran ji wan re diyar kiriye ku serjimêrî dê ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn.

Şiwan Cebar destnîşan kir kir, ew dê serjimêriyeke ku zererê bigihîne demografiya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê qebûl nekin.

Li gorî gotina Şiwan Cebar li ser serjimêriyê hevdîtinên wan bi Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Plandanînê ya Îraqê re berdewam dikin.

Şiwan Cebar behsa daxwaz û metirsiyên serjimariyê jî kir û wiha axivî:

“Me xwest, serjimêriya 1957an bibe bingeh lê ew nayê qebûlkirin.

Me xwest ku karmendên Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re serjimêriyê bikin ew jî nehat qebûlkirin.

Me xwest hemû zanyariyên serjimêriyê bi awayekî yekser bi Herêma Kurdistanê jî re werin şandin.

Hîn diyar nebûya bê ka dê ew yek jî were kirin an na."

“Heger daxwazên me neyên bicihkirin em dê boykot bikin”

Şiwan Cebar di beşeke din a bernameyê de eşkere kir ku wan li ser rakirina xala etnîkî li hev kiriye, ji ber ku piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşînê gelek Kurd ji Kerkûkê koçber bûne.

Li gorî gotina Şiwan Cebar ew li gel serjimêriyê ne lê bi şertê ku ew daxwazên wan werin bicihanîn.

Şiwan Cebar amaje bi wê yekê kir ku heger daxwazên wan neyên bicihanîn dê serjimêriya li Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê boykot bikin.

“Em 30 sal in li benda serjimêriyê ne”

Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Îraqê Ebdulzehra Hindawî ragihand, 30 sal in ew li benda serjimêriyê ne.

Ebdulzehra Hîndawî tekez kir 2023yan piştî şêwirên bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re biryara serjimêriyê hatiye dayîn.

Ebdulzehra Hîndawî da zanîn ku Madeya 140î ya Destûra Îraqê û serjimêrî du tiştên cuda ne û serjimêrî dê ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn.

Hîndawî tekez kir ku wan xwestiyê sala 2010an serjimêriyekê pêk bînin lê bi ser neketine.

Hîndawî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew rast nabîne ku serjimêriya sala 1957an wekî bingeh were qebûlkirin lewme 60 sal di ser wê serjimêriyê re derbas bûne.

Ebdulzehra Hîndawî amaje bi wê yekê kir ku ew ne razî ne ku Kerkûk û Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanî wekî “herêmên nakok” werin qebûlkirin.

Ebdulzehra Hîndawî di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir, wan red kiriye ku navendeke serjimêriyê li Herêma Kurdistanê jî were vekirin.

Li gorî gotina Ebulzehra Hîndawî dê serjimêriyê bi amadebûna tîmên Neteweyên Yekbûyî were kirin.

Di nava 23 salan de zêdetirî 270 hezar Ereb anîne Kerkûkê

Kesayetiyê Kerkûkî û pisporê amaran Star Paşa jî mêvanê bernameyê bû.

Li gorî gotina Star Paşa di 23 salan de ji sala 1980yî heta 2003yan 270 hezar û 750 Erebên hawirde li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Star Paşa tekez kir ku serjimêriyên Îraqê bi armancên siyasî hatine kirin û got:

"Di serjimêriya 1921ê de li parêzgeha Mûsilê hejmara Kurdan 799 hezar‌ û 90 kes bû û rêjeya Kurdan ji sedî 65 bû.

Di serjimêriya 1957an de Kurd xwedî rêjeyeke baş bûn dîsa ew kesên ku serjimêrî kiribûn ne Kurd bûn û navên gundên Kurdan nehatibûn nivîsîn.”

Star Paşa tekez kir ku heger di forman de bijardeya netewe û bawerî jî were zêdekirin dê ti pirsgirêk nemînin.

“Bizmarê dawî li bedena Madeya 140î tê dayîn”

Endamê Komîsyona Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Dr. Mihyedîn Hesen jî mêvanê bernameyê bû.

Dr. Mihyedîn Hesen da zanîn ku serjimêrî metirsiyeke mezin e li ser Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê lewma Madeya 140î nehatiye cihbicikirin.

Dr. Mihyedîn Hesen behsa Madeya 140î ya Destûra Îraqê jî kir û da zanîn:

“Beriya serjimêriyê diviyabû Madeya 140î were bicihanîn û yek ji wan xalan jî ew bû ku asayîkirina herêmê û vegera koçberên herêmê bû.

Serjimêrî diviyabû piştre bihata kirin‌, heta rewş aram nebe nabe serjimêrî were kirin.

Nêzîkî 580 hezar Erebên hawirde li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Sala 1957an malbateke Ereb li Mexmûrê hebû aniha 300 malbat hene.

Li Qeracê 60 gundên Kurdan hene aniha 38 gundên Kurdan vala ne.

Nêzîkî 300 hezar Kurdên Şingalê li Dihokê ne û dê çawa serjimêrî were kirin.“

“Ez ditirsim serjimêrî bikeve şûna serjimêriya 1957an”

Fehmî Burhan da zanîn ku ji bo bicihkirina Madeya 140î ya destûrê ti gav nehatine avêtin.

Fehmî Burhan ragihand ew ditirse ku ev serjimêrî şûna serjimariya 1957an bigire lê ji ber ku serjimêrî dê tenê ji bo mebestên geşedanê were bikaranîn jî kêfxweş e.

Fehmî Burhan eşkere kir ku ew 10ê Hezîranê ji bo agahdariya serjimêriyê û metirsiyên wê çûne Kerkûkê û nêrînên aliyên siyasî wergirtine.

Fehmî Burhan anî ziman ku divê ew wekî Kurd ne li dijî serjimêriyê bin lê heger ji bo armancên siyasî û ji bo lêdana aliyekî were bikaranîn ew dê li dijî wê derkevin.