Ferhad Pîrbal namzed e: 'Divê dadgeh werin darizandin!'

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen, nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bû namzedê serbixwe.

Ferhad Pîrbal li ser namzediya xwe got:

“Eger ez werim hilbijartin, li Parlamentoyê karekî dijwar li hêviya min e.”

Bangeşeya partî û namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.

Akademîsyen Ferhad Pîrbal wekî namzedê serbixwe serî li Komîsyona Hilbijartinan da.

Pîrbal ji Rûdawê re axivî û behsa plan û projeyên xwe kir.

Akademîsyen, nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal anî ziman:

“Li ser mafên karker, cotkar, esnaf û bazirganan plan û projeyên min ên taybet hene.

Li welatên din partiyên ku mafên karkeran diparêzin hene lê min ev yek li vir nedîtiye.”

"Divê dadgeh werin darizandin"

Ferbad Pîrbal li ser hesabê xwe yê Facebookê çend dirûşmên wekî “Ez dê zeviyê bidim kesê ku biajo”, “Ez dê parlamentoyê betal bikim: Ez dê li şûna partiyan, gel bînim nava parlamentoyê” û “Divê dadgeh werin darizandin” nivîsandine.

Namzedê serbixwe yê Parlamentoya Kurdistanê Ferhad Pîrbal destnîşan kir ku eger were hilbijartin, li parlamentoyê karekî dijwar li hêviya wî ye.

Hejmara Ferhad Pîrbal a ku di pişkavêtina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê de derketiye 189 e.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşîn biçe ser sindoqan.

Kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 25ê Îlonê dest pê kir.

Hezar û 191 namzed dê ji bo 100 kursiyî têbikoşin û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzed.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê roja 25ê Îlonê dest bi pêvajoya hilbijartinan kir û ragihand, ti astengiyên yasayî ji bo beşdariya hezar û 191 berbijêran nînin.