HPG: Gerîlayan dronek xist

2 demjimêr berê
Nîşan HPG Gerîla Dron Mobesse
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlayan li Zapê droneke Tirkiyeyê xistiye.

HPGyê li ser çalakiyên gerîlayan ên 27, 28 û 29ê Îlonê daxuyaniyeke nivîskî da.

Li gorî daxuyaniyê, 27ê Îlonê li Zapê dronek hatiye xistin û kamerayeke mobesseyê hatiye îmhakirin.

HPGyê diyar kir ku dron bi çekên ferdî hatiye xistin û mobesse jî bi çalakiya sekvaniyê hatiye îmhakirin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) got ku Tirkiyeyê di maweyên van sê rojan de gelek caran Zap bombebaran kiriye û çekên qedexekirî jî bi kar anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst