Bavê Rojîna winda: Berpirsan em dereng agahdar kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Winda Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşa ku 4 roj in winda ye berdewam in.

Bavê Rojîn Kabaîşê diyar kir ku berpirsên şevîmanê gelekî dereng xeber daye wan.

"Divê wan em agahdar bikira"

Bavê Rojînê, Nîzamettîn Kabaîş got:

“Berpirsên şevîmanê roja duyemîn, piştî ku winda bûye bi 18 demjimêran danê nîvrojê telefonî min kir.

Dema bi şev keça min neçû şevîmanê divê wan em agahdar bikira.

Divê wan telefonî keça min bikira û dema bersiv neda telefonî malbatê bikira.

Wan gelekî dereng xeber da me.”

Li gorî zanyariyan, roja duyemîn hevalê wê çûne peravê û telefon û berguhkê wê dîtine.

Bavê Rojînê, Nîzamettîn Kabaîş her wiha anî ziman:

“Telefon, berguhk, avek û kekek dîtine li ber avê.

Ew der cihek e ku kamera nabînin.

Di kamerayê de tenê li ser cadeyê xuya dike û piştî wê ne diyar e.”

Rojîn Kabaîşa ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 27ê Îlonê çûye perava Gola Wanê û piştre agahî jê nehatiye wergirtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavî li Gola Wanê dest bi kar û xebatên lêgerînê kir ku heta niha berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst