Hewla kuştina Mele Mistefa Barzanî: ‘50 bombeyî nekarî Pêşengê Kurdan bikujin!’

3 demjimêr berê
RÛDAW
Wêneyê Mele Mistefa Barzanî û nûçeya The Timesê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêneyê Mele Mistefa Barzanî û nûçeya The Timesê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Mele Mistefa Barzanî Hewla Kuştinê The Times
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 53 sal di ser hewla kuştina Mele Mistefa Barzanî re derbas bûn.

Rojnameya navdar a Brîtanyayê The Timesê wê demê nivîsîbû, “50 bombeyî nekarî Pêşengê Kurdan bikujin.”

Rojnameyê her wiha behsa planê jî kiribû û dabû zanîn ku Mele Mistefa Barzanî rizgar bûye.

Şahidê bûyera sala 1971ê Murad Mistefa got:

“Bêhna xwînê ji vir dihat. Şofêrên du wesayîtan dev jê bernedidan, bi bombe û çekan şer dikir.

Heta ku bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Saziya Îstixbaratê ya Îraqê plan 15ê Îlona 1971ê amade kiribû.

Piştî 14 rojan bi destê 9 mele û 2 şofêran hat bicihanîn.”

Ew 11 kesên ku ji aliyê Saziya Îstixbaratê ya Îraqê ve hatibûn şandin di şer de hatin kuştin û Pêşmergeyek jî şehîd ket.

Şahidekî din ê bûyerê Dilşad Ebdullah jî da zanîn:

“Hevalekî min ê bi navê Şilîmon hebû, Xirîstiyan bû û ew birîndar bû, Zekî Akrêyî birîndar bû.

Çaygerê Mele Mistefa Barzanî jî şehîd bû. Xelkê bi çavê mûcîzeyê li Mele Mistefa Barzanî dinêrî.

Mele Mistefa ew qasî li ser xwe bû ku digot, mekujin, desteser bikin.”

Plana kuştinê nêzîkî salekê piştî Peymana 11ê Adarê hat kirin.

Wê demê cara yekem Hêzên Pêşmergeyan bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî, Hikûmeta Îraqê neçar kir ku hinek mafên gelê Kurd nas bike.

Qaymeqamê Çomanê Ehmed Barzan jî anî ziman:

“Wekî hikûmet û îdareya navçeyê erkê me yê sereke ew e ku em vê bûyerê bi nifşê nû bidin zanîn.”

Dema ku rayedarên Partiya Beasê hîn bûn ku komplo bi ser neketiye, îdia kir ku “komploger” dixwazin aştiya di navbera Kurdan û Hikûmeta Îraqê de têk bibin.

Nûçeya rojnameya The Timesê ya wê demê ku li ser hewla kuştina Mele Mistefa Barzanî hatiye nivîsandin:

50 bombeyî nekarî Pêşengê Kurdan bikujin

Ji aliyê nûçegihanê me ve

Beyrût, 30ê Îlonê

Radyoya Bexdayê îşev ragihand, êvara borî hewla kuştina Pêşengê 70 salî yê Kurd Mele Mistefa Barzanî hat dayîn lê ew bê ziyan rizgar bû.

Li gorî radyoyê, çend kes li baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li bakurê Îraqê, nêzîkî sînorê Îranê çûne serdana Mele Mistefa.

Komê zêdetirî 50 bombeyên demî û bombeyên din bi dema herêmî saet 05:00an teqandin, hinek di baregehê de û hinek jî di 2 otomobîlên ku ew gihandibûn de bûn.

Radyoyê got, 3 mêr ji hêzên nîvleşkerî yên Mele Mistefa hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn. Di encama teqînan de hinek ji plangeran hatin kuştin û hinek jî ji aliyê nobedarên Mele Mistefa ve hatin jinavbirin.

Serkirdeyên Partiya Beasa desthilatdar ji Bexdayê nameyeke bilez ji Mele Mistefa re şand û ev hewldan şermezar kir, got ku armanca wê têkbirina aştiyê bû ku di encama daxuyaniya 11ê Adara 1970ê de derketiye û dawî li şerê navxwe yê dehan salan a Kurdan û hêzên hikûmetê aniye.

Di nameyê de hat xwestin ku hûrgilî werin şandin û ew amade ne kesên li pişt komployê derxînin pêşberî dadgeriyê.

Rûdaw: Ev nûçeya a rûpela 9an a 1ê Çiriya Pêşîna 1971ê ya rojnameya The Timesê ye. Rojname di arşîva akademîsyenê Kurd Amed Demîrxan de ye û wî wêneyeke wê ji Rûdawê re şandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst