Gelo li Xaneqînê metirsî ser nifûsa Kurdan heye? Banga vegerê tê kirin

2 demjimêr berê
Li Xaneqînê banga vegera Kurdan tê kirin / Wêne: Arşîv
Li Xaneqînê banga vegera Kurdan tê kirin / Wêne: Arşîv
Nîşan Xaneqîn Diyale Serjimêrî Kurd Hoşyar Îsmaîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa YNKyê ya Xaneqînê Hoşyar Îsmaîl ji Kurdên ku ji herêmê koç kirine xwest ku berî serjimêriyê vegerin.

Hoşyar Îsmaîl da zanîn ku zêdeyî 7 hezar Kurd ji herêmê derketine û zêdeyî 8 hezar Erebên hawirde li wê herêma Başûrê Kurdistanê bi cîh bûne.

Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Xaneqînê Hoşyar Îsmaîl beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa mijara serjimêriyê û nifûsa Kurdan kir.

Biryar e 20ê Çiriya Paşînê serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Hoşyar Îsmaîl bal kişand ser metirsiya serjimêriyê ya li dijî Kurdan û ev hişyarî da:

“Li parêzgeha Diyalayê, ji deverên Kurdistanî zêdetirî 7 hezar kesan koçî bajarên Herêma Kurdistanê kirine.”

“Zêdetirî 8 hezar Erebên hawirde hatin herêmê"

Hoşyar Îsmaîl tekez kir ku divê Kurdên ku ji parêzgeha Diyaleyê koçber bûne, ji bo serjimêriyê dîsa vegerin herêma xwe û got:

“Zêdeyî 8 hezar Erebên hawirde hatine Xaneqîn, Celewla, Sadiye, Cebare, Qaretepe û Mendeliyê.

Nêzîkî milyonek û 800 hezar kes li parêzgeha Diyalayê dijîn. 7 navçe û 19 nahiyeyên Diyalayê hene.

Niştecihên navçeyên Xaneqîn û Mendeliyê û nahiyeyên Celewla, Sadiye, Cebare û Qeretepeyê Kurd in.”

Hoşyar Îsmaîl diyar kir ku Kurdan beriya sala 2003yan, piştî êrişên DAIŞê yên sala 2014an û piştî bûyerên 16ê Çiriya Peşîna 2017an, di sê qonaxan de ji cihên dijiyan derketin û ber bi bajarên Herêma Kurdistanê ve çûn.

“Divê xelk vegere”

Hoşyar Îsmaîl bi bîr xist ku biryar e 20ê Çiriya Paşîna 2024an li Îraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya giştî were kirin û wiha pê de çû:

“Divê xelkê ji navçeya Xaneqîn, Mendeliyê û bajarokên derdorê çûye, ji bo serjimêrî û tomarkirina navên xwe vegere herêmê û divê ew navên xwe ji bo serjimêriyê tomar bikin.”

“Bila nebe hinceta madeya 140î”

Îsmîl amaje bi wê yekê kir ku metirsê heye serjimêrî bikeve cihê madeya 140î ya Destûra Îraqê û got:

“Bi vegera xelkê me, nifûsa me dê li herêmê zêde bibe. Ev yek ji daxwazên me yên sereke ye.

Ji bilî vê, divê ev serjimêrî ji bo nesepandina madeya 140î wekî hincetekê neyê bikaranîn.”

Hoşyar Îsmaîl da zanîn ku 1ê Îlonê li Îraqê û sibê jî li Herêma Kurdistanê karên pêvajoya serjimêriyê dest pê dikin û bi bîr xist ku xelk ji bo navê xwe tomar bike 22 roj li pêşiya wan hene.

Bi gotina Hoşyar Îsmaîl, di vê qonaxê de li navçeya Xaneqînê ji sedî 75, li Sadiyeyê ji sedî 95 û li Celewlayê jî ji zdedî 70yî pêvajoya xwe tomarkirinê bi dawî bûye.

Wî Berpirsê Ofîsa YNKê ya Xaneqînê her wiha hişyarî da ku li gorî rênimayên Wezareta Plandananê ya Îraqê, Erebên ku tên herêmên Kurdistanî yên Diyaleyê, dê wekî xelkê wê deverê bên hejmartin û di serjimêrê de jî wisa bên tomarkirin.

"Dibe ku peymanên erdan bên betalkirin"

Îsmaîl tekez kir eger cotkarên Kurd ên li Diyalayê venegerin, dê rûbirûyê betalkirina peymanên zeviyên xwe bibin.

Tê gotin ku ev serjimêrî dê ji bo diyarkirina belavbûna nifûsê û her wiha dayîna bûdceya parêzgehan û hejmara kursiyên parlamentoyê jî were bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst