Amed (Rûdaw) - Xwendekara beşa pêşdibistanê ya Zanêngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş 4 roj in winda ye.
Xebatên lêgerîna Rojîn Kabaîşa 21 salî li ber zanîngehê, li perav û nava Gola Wanê berdewam dikin.
Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş di 24ê vê mehê de ji Amedê keça xwe biriye li şewîmana zaningehê ku di nav kampusa Zanîngeha Yuzunci Yilê de ye, bi cîh kiriye û vegeriyaye Amedê.
Ji demjimêr 7ê evara 27ê vê mehê heta niha Rojîn bê ser û bê şûn e.
Têne li cîhê ku cara dawî Rojîn lê hatiye dîtin telefon û berguhka wê hatine dîtin.
Elîf Kabaîş li ser windabûna xwişka xwe wiha axivî:
"Dawî car roja înê bi dîtbarî me pê re xeber da. Ew li dêya min geriya ez jî li ba dêya xwe bûm.
Saet di 18:30î de diçe markete û saet di 19:00an de jî diçe peravê golê. Piştre êdî em negihîştin wê."
Li gorî gotina malbatê, tevî ku Rojîn di êvara 27ê mehê de winda bûye jî berpirsên şewîmanê 18 saetan piştî windabûna wê ew agagdar kirine ku keça wan winda bûye.
"Hinekan wê tehdît kiriye"
Xwişka din a Rojînê Mizgîn Aytaşê jî wiha anî ziman:
"Saet 11:00an li bavê min digerin û dibêjin 'qîza we îşev nehatiye şevîmanê.' Gotine 'Haya we jê heye an jî tune ye.'
Piştre saet 15:00 -16:00an de jî xeber tê ku telefon û berguhka Rojînê li ber avê hatiye dîtin.
Yanî di ser re 15 saet derbas bûne paşê ji şevîmanê geriyane û wan gotiyee qîza we wenda ye.
Yanî heke bi şev xeber bidan me, di nnav çend saetan de îhtimal e ku hatiba dîtin.
Şevîman jî sûçdar in, em ji wan jî gilîdar in. Ez bawer nakim ku ketibe avê. Ev sê roj in di nav avê de li wê digerin tiştek tune ye.
Bila ketin û derketina wan gundan bigirin, bikevin li malan bigerin. Ez dibêjin teqez hinekan ew tehdit kiriye."
Bi dehan kes û karen Rojînê li Wanê ne û xwîşk, bira, metik û pîrik, xwarzî û biraziyên Rojînê jî li mala wê ya Amedê bi çevên tije girî û bi bendewariyeke mezin li hêviya xeber û mizgîniyeke xweş in.
Xebatên lêgerînê yên ji bo Rojîn Kabaîşê berdewam dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 30, 2024
Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî çû mala malbata Rojînê
Meta Rojînê:
🎙️Tiştek di destê me de nîne û em bûne wekî ava sekinî
🎙️Bila Rojîn bibe Rojîna hemû kesan û lêbigerin
🎙️Birayê min bi feqîrî Rojîn mezin kir pic.twitter.com/wwkh5t8gRq
"Bila Rojîn bibe Rojîna hemûyan û tev lê bigerin"
Meta Rojînê ya bi navê Ozlem Kabaîş Kaganaslanê jî kela dirêjinê û balê dikşîne ser zêdebûna bûyerên windabûna zarok û keçan û wiha dibêje:
"Bila Rojîn bibe Rojîna hemûyan û bila tev lê bigerin.
Narînê dilê me peritand ew bû keçika me teva. Rojîn jî heman wisa ye.
Me bi kulman stêrk ji bo Narînê anîn xwarê. Ew keçika 2 salî dîsa wisa.
Dûv Narînê em li derve ditirsin, em bişev ditirsin, em çi bikin, em bikevin kû.
Ma em bikevin qabikan, êdî bes e. Bila hemû mêrên dinyayê destên xwe ji ser jinan rakin.
Ev rewş heta hatiye gihîştiye sebiyên heşt salî, gihîştiye sebiyên du salî, gihîştiye qîzên zanîngehan.
Ez nizanim qîza birê min sax e yan mirî ye. Em bi deqe û saniyeyan mirî ne. Em gazî dikin bila her kes ji me re alîkar be.
Heke di nav avê de mirî be, heke hinekan tehde li wê kiriye û ewrevandibin her çi be jî bila ji me re bibin alîkar.
Bila Rojîn winda nebin, bila Narîn winda nebin. Bila dê negirîn, bila hêsirên dayikan neyên xwarê."
Xwendekara pola yekem a beşa mamostetiya pêşdibistanê Rojîn bi xwestek û kefeke zêde dest bi zaningeha xwe kiribû.
Tevî 4 roj in Rojîn winda ye jî ji malbata wê ti kes eger û îhtimalên xirab nayînin ser zimanê xwe tenê hêvî ew e ku Rojîn bi silametî were dîtin û vegere cem hezkiriyên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse